10:16 24 Çile 2018
Zindî
    Ambûlans - Ambulans - Tîmên Tenduristiyê - Hawarçûn - Birîndar - Pevçûn - Şer

    Li Sêrtê 30 kes ji gaza kîmyewî jehrî bûn: Gund hat valakirin

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gundekî Sêrtê bi vekirina bermîla ku zarokan anî, 30 kes ji gaza ku jê derket jehrî bûn. Karmendên tenduristiyê gund vala kirin û xistin karantînayê.

    Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag
    © AP Photo/ Burhan Ozbilici
    Li gundê Aktaş ê Sêrtê îro 11ê Îlonê zarokan bermîleke ku li erazîyê dîtibûn berêvarê anîn nava gund.

    Bi vekirina bermîla ku zarokan anîbû nava gund re, zarok jî tê de 30 kes bi gaza ku ji nava bermîlê derket nexweş ketin.

    Li gor medya Tirkiyê bi bihîstina bûyerê re, tîmên agirkujiyê û hawarçûnê AFADê li gund dest bi lêkolînê kirin.

    Pisporan gund vala kir û xistin karantînayê.

    Li gor zanyariyên destpêkê di nav bermîlê de, gazên klor û karbonê hebûne ku bûne sedema jehrîketina gundiyan.

    30 kesên ku bandora gazê li ser wan çêbûye li nexweşxaneyan têne dermankirin û lêkolînên li ser wê madeya jehrîn berdewam dikin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Nivîskarê Rûsî Gogol bû ‘dedektîfekî seksî’!
    Îranê bersiv da banga Barzanî: Em naxwazin rewş aloztir bibe
    Pêşkeşvan heyirî ma li kîjan kamerayê binêre
    Li Brîtanyayê xwenîşandan li dijî firotina çekan bo Tirkiyeyê hat lidarxistin
    Goran: Em dixwazin pêşniyarên YNKê werin bicihanîn
    Bozdag: HDP peyrewa PKKê ye
    Terlikov: Termînator li Sûriyê şerê DAIŞê kir
    Du pirtûkên Serokwezîrê Emîrîtiyên Erebî bi kurdî derketin
    Barzanî û nûnerê NYyê civîyan: Referandûm mafekî yasayî û asayî ye, nayê paşxistin
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de