08:38 24 Cotmeh 2017
Zindî
    Sewqiyata leşkerî ber bi Kilîsê ve, Artêşa Tirkiyeyê

    ‘Tirkiye ji bo operasyona li bakurê Sûriyeyê 2 tabur leşker şandin ser sînor'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 52 0 0

    Îdiaya operasyona leşkerî li bakurê Sûriyeyê ya Tirkiyeyê dîsa hat rojevê. Li gorî rojnameya Tirkiyeyê, Artêşa Tirkiyeyê 2 tabur leşkerên xwe li ser sînor bicih kirine. Li gorî îdaya rojnameyê, çavkaniyên dîplomatîk eşkere dikin ku operasyon pêk were.

    Li gorî rojnameya Tirkiyeyê, hêzên artêşa tirk ji bo operasyona li herêma Îdlîb û Efrînê nîvê tuxaya li rojava şandine navçeya Islahiyeyê ya Dîlokê kirine.

    Rojnameyê ragihand ku sewqiyat ji yekîneyên zirxî û beriya cejnê pêk hatiye.

    Çavkaniyên leşkerî yên ji rojnameyê re axivî be eşkere kirine ku hevdîtinên dîplomatîk a li herêmê dibe 2-3 hefte dewam bike û dibe operasyon jî pêk were. Hate diyarkirn ku ev yekîneya hatiye sewqkirin di operasyona li bakurê Sûriyeyê de dê cih bigire.

    ‘DIBE OPERASYON JI TIL RIFATÊ DEST PÊ BIKE, PIŞTRE JÎ BER BI EFRÎN Û ÎDLÎBÊ VE DEWAM BIKE'

    Rojnameyê da zanîn ku Efrîn dibin kontrola YPGê de ye û ev yek jî Rûsya, Amerîka û Tirkiyeyê ji nêz ve eleqeder dike û dibe operasyon ji Til Rifetê dest pê bike û berbi Efrîn û Îdlîbê ve dewam bike.

    ‘HELWESTA RÛSYAYÊ GIRÎNG E'

    Çavkaniyên dîplomatîk ku ji rojnameyê re axivîn gotine ku, "Aktora herî bi bandor li herêmê Rûsyaye û helwesta Rûsyayê di derbarê operasyonê de girîng û li hember operasyonê jî dernakeve, dibe di hin şertan de piştgiriyê jî bide operasyonê."

    Di nûçeyê de hat eşkerekirin ku Amerîka ji bo YPGê, dibe nehêle li Efrîn û Îdlîbê Tirkiye operasyon pêk bîne û bo ve yeke jî astengiyan derxe.

    Bi heman mijarî:

    YPGê du navendên din ên Reqayê kontrol kir
    Brett McGurk peyama sersaxiyê bo fermandarê YPGê weşand
    MHPê derhênerê fîlmê YPGê vexwend festîvalê
    Artêşa Tirkiyeyê çeperên YPGê topbaran dikin
    'Artêşa Tirkiyê li bingehên YPGê yên Efrînê xist'
    Erdogan ji ber alîkariya Amerîka ya bo YPGê bertek nîşanî Mattis da
    Etîketan:
    operasyon, leşker, Rojnameya Tirkiyeyê, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de