00:59 19 Kanûn 2017
Zindî
    Kemal Kiliçdaroglu

    Ji Kiliçdaroglu bo tifaqa bi HDPê re daxuyaniyek girîng

    © REUTERS/ UMIT BEKTAS
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji bo îdîayên tifaqa bi HDPê re got: "Em CHP ne, ma em ê çima tifaqê bikin. Wekî her kesî em jî ji welatiyên xwe yên kurd û ji hemû welatiyan dengan dixwazin.

    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump
    © REUTERS/ Asin Bulbul/Kevin Lamarque
    Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di merasîma bi munasebeta salvegera 94emîn a CHPê de bersiva pirsên rojnamevanan da. Kiliçdaroglu ji bo îdîayên tifaqa bi HDPê re got: "Em CHP ne, ma em ê çima tifaqê bikin. Wekî her kesî em jî ji welatiyên xwe yên kurd û ji hemû welatiyan dengan dixwazin."

    Kiliçdaroglu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em ji hemû welatiyan dengan dixwazin. Ji Enqere, Stenbol, Diyarbekir, Mêrdîn û Îzmîr, ji hemwelatiyên xwe dengan dixwazin. Hemû partî ji welatiyan dengan dixwazin. Mirov sozekî dide dengdêran dibêjin dengên xwe bidin min ez ê filan pirsgirêkê çareser bikim. Kes nabêje dengan bidin min ez ê bi filan partiyê re tifaqê bikim. Em bi ti kesî re tifaqê nakin û mentixê vê jî tuneye."

    Bi heman mijarî:

    Ji Kiliçdaroglu dîrektîf: Destûra nîqaşên navxweyî nedin
    Kiliçdaroglu: Erdogan ji min ditirse
    Kiliçdaroglu ji Erdogan re got: Ma kariyera dîktatoran heye?
    Kiliçdaroglu bersiva ihtîmala girtina xwe da
    Baydemir: Dixwazin Kiliçdaroglu bigirin
    Etîketan:
    HDP, Serokê Giştî ye CHPê, Kemal Kiliçdaroglu, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de