06:36 13 Kanûn 2017
Zindî
    Jinên kurd bi cil û bergên kurdî

    ‘Astengî li beriya AKPê nemaye ku pirsa kurdan çareser bike'

    © AP Photo/ File
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Partî û dengderên kurd ên ku di 16ê Nîsanê de piştgirî dane Referandûma Serokomariyê ya Tirkiyeyê niha li hêviyê ne ku hikûmeta Tirkiye ji bo çareseriya meseleya kurdan gavên pêwîst biavêje. Li gor Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) di vî warî de êdî astengî li pêşberî hikûmeta AKPê nemaye.

    HUDA-PARa di referandûma 16ê Nîsanê ya pergala serokomariya Tirkiyeyê de banga dengên ´erê´ li alîgirên xwe kir, li gor rayedarên vê partiyê li hêviyê bûn ku hikûmeta AKPê piştî referandûma 16ê Nîsanê pêşî li perwerde û hîndekariya kurdî vebike û bi vî awayî pirsa kurd bi awayekî bingehîn çareser bike.

    ‘AKP BI DENGÊ KURDAN BI SER KET'

    Serokê HUDA-PARê yê Amedê Şehmuz Tanrikulu ji Rûdawê re axiviye û gotiye ku, "Yek ji sedema bingehîn a ku me di referandûma 16ê Nîsanê de got ´belê´ ew bû AKP pirsa kurd çareser bike. AKPê bi dengê kurdan bi ser ket. Lewra divê êdî pirsa kurd çareser bike. Ji bo çareseriyê jî pêwîst e Kurdî li Tirkiyeyê bibe zimanê duyem a fermî. Piştî hewla kodetayê û piştî referandûmê jî AKPê nêzîkî MHPê bû û bêhtir qala netewperestiyê dike. Netewperestî li dijî dînê me ye. Di bingeha pirsgirêkên vî welatî de netewperestî heye."

    Bi heman mijarî:

    Huda-Par: Parlementerên HDPê nehatibana girtin, 'na' dê bêtir biketa
    Huda-par: Me wekî pêwistiyek Îslamê, dengê ‘Erê' da
    Huda-Par: Em piştgiriyê didin referandûma serxwebûnê ya Kurdistanê
    Huda Par: Emê di referandûmê de bêjin 'Erê'
    Huda-Par: Dibe ku em di referandûmê de bibêjin erê lê endîşeyên me hene
    Etîketan:
    kurd, pirs, Rûdaw, Şehmuz Tanrikulu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de