01:31 14 Kanûn 2017
Zindî
    PKK-Qendil

    KCK: Me 2 endamên MÎTê yên payebilind dîl girtine

    © AP Photo/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 70

    Komîteya Rêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ragihand ku Tirkiye li hemberî dîlgirtina karmendên xwe bêdeng e.

    Endamê Komîteya Rêvebir yê KCKê Mustefa Karasu diyar kir ku wan 20 karmendên dewleta Tirkiyeyê dîl girtine û ji wan jî 2 kesên pilebilind hene, ku berî çend rojan li bajarê Silêmaniyê li Herêma Kurdistanê hatine girtin.

    ‘GIRTINA ENDAMÊN MÎTê TÊ WATEYA GIRTINA ERDOGAN'

    Karasu ji radyoyeke nêzîkî PKKê re got: "Dewleta Tirkiye û Serokomar Recep Tayyip Erdogan li hemberî dîlgirtina karmendên xwe bêdeng in û girtina karmendên dewletê û MÎTê ji aliyê wan ve, tê wateya girtina Erdogan û dewleta Tirkiyeyê."

    ENDAMÊN MÎTê BO DÎL GIRTINA BAYIK ÇÛBÛN SILÊMANIYE YÊ

    Berî niha jî di medyayê de belav bûbû, ku dezgeha MÎTê ya hewalgiriya Tirkiye, xwestiye li bajarê Silêmaniyê Hevserokê (KCK) Cemîl Bayik dîl bigire, lê ew plana Tirkiyeyê ji aliyê PKKê ve aşkere bûye û du endamên MÎTê ku bi riya firokexaneya Silêmaniyê derbasî Herêma Kurdistanê bibûn, ji aliyê endamên PKKê ve li bajarê Silêmaniyê dîl hatine girtin.

    Bi heman mijarî:

    KCK: Dest ji grevên birçîbûnê berdin
    'Rewşa gelek girtiyên dozên PKK, KCK û PAJKê giran in'
    KCK: Ocalan xwest Barzanî bibe serokê Kongreya Netewî, lê wî ev da milekî
    KCK: Pêwîste PDK xwe ji politîkayên dewleta tirk ên li ser Şengal, Rojava û Bakur vekişîne
    KCK: 'PKK ne hêzeke wisa ye ku bi gefan Şengalê vala bike'
    Etîketan:
    dîl, MÎT, endam, KCK, Mustafa Karasu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de