12:39 27 Gulan 2018
Recep Tayyip Erdogan

'Înşellah dê li Astanayê biencam bibe û pêvajoya Cenevê hêsantir bimeşe'

© REUTERS / Ümit Bektaş
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di serdana xwe ya bo Kazaxistanê de, piştî hevdîtina bi Serokomarê Kazaxistanê Nursultan Nazarbayev daxuyanî dan.

Erdogan li ser civînên Astanayê yên li ser çareserkirina krîza Sûriyê ku 14-15 Îlonê têne lidarxistin got, "Astana xwedî girîngiyekê ye. Pêşxebatên wê bidawî bûne. Dê êdî li vê derê fînal were kirin. Înşellah gavên hatine avêtin, li Astanayê biencam bibin. Bi vî awayî dê pêvajoya Cenevê jî hêsantir birêve biçe."

Erdogan herwiha li civîna digel Serokomarê Kazaxistanê de, daxwaza zêdekirine pêwendiyên bazirganî kir.

Serokomarê Tirkiyê ji bo beşdarî Lutkeya Teşkîlata Hevkariya Îslamî ku 57 welat bi 70 şandeyan amadehiyê dikin, li Kazaxistanê ye.

 

Bi heman mijarî:

‘HSD bi fermî dest bi operasyona Dêrezorê dike’
Artêşa Sûriyê li Dêrezorê dest bi hicûmê kir
Bahoza Irmayê li bihayê petrolê xist
Barzanî: Berî referandûmê em bi Bexdayê re muzakereyan nakin
Dildarên Hêskîfê li Stenbolê tên ba hev
Balafirên Koalîsyonê Hewîce bombardiman kir
Hikûmeta Sûriyê bersiv da Neteweyên Yekbûyî
Etîketan:
Kazaxistan, SÛriye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de