05:18 11 Kanûn 2017
Zindî
    Ayhan Bîlgen ji girtîgehê derket: Şanda HDPê ew li Sîlîvrî pêşwazî kir

    Ayhan Bîlgen ji girtîgehê derket: Şanda HDPê ew li Sîlîvrî pêşwazî kir

    © Foto: HDP Navenda Giştî
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Parlamentarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê bajarê Qersê Ayhan Bîlgen piştî girtîmayîna 8 mehan ji girtîgeha Sîlîvrî hat tehlîyekirin. Bîlgen ji aliyê şandeke HDPê ve hat pêşwazîkirin.

    Dadgeha Cezayê Giran a 5an îro 8ê Îlonê piştî lêkolîna li ser maweya girtîmayînê ya Ayhan Bîlgen biryara tehlîyekirina wî dabû.

    Parlamentarên HDPê li ser medya civakî ragihandin ku Bîlgen hatiye tehliyekirin.

    Ayhan Bîlgen ku beriya were girtin, berdevkiya HDPê dikir û 31ê Rêbendana 2017an hatibû girtin. Bîlgen îro 8ê Îlonê piştî 8 mehên girtîgehê, ji Girtîgeha Sîlîvrî hat berdan.

    Bîlgen li Sîlîvrî ji aliyê şandeke HDPê ve hat pêşwazîkirin.

    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de