08:29 13 Kanûn 2017
Zindî
    Polîsê Servîsa Nepen a Amerîkayê FBI li New Yorkê

    Dadgeha Amerîkî ji bo wezîrê berê yê Tirk biryara girtinê da

    © AFP 2017/ MEHDI TAAMALLAH
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku dadgeha Amerîkî ya doza Reza Seraf dişopîne, ji bo Wezîrê berê yê Aboriyê li Tirkiyê Zafer Çaglayan û Gerînendeyê Giştî yê Halk Bankê Suleyman Aslan de biryara girtinê derxist.

    Li gor nûçeya malpera Washington Hatti, biryara girtina wezîrê berê yê tirk bi ragihandina doznameya nû ya li ser doza Reza Seraf re hatiye wergirtin.

    Piştî lêzedekirina doznameya nû ji aliyê Serdozgeriya Herêma Başûrê New Yorkê ve, hejmara bersûcan tevî wezîrê berê Zafer Çaglayan û Midurê Halk Bankê Suleyman Aslan, 2 ji wan girtî gihîşt 9 kesan.

    Herwiha dadwerê dozê Richard Berman bi lêzedikirina Zafer Çaglayan re, gotibû ku êdî ‘rewşa dosyayê guherî ye' û wek sazî Halk Bank a Tirkiyê derketiye pêş.

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Biçekbûna li nîvgirava Koreyê îstîqrarê nayne
    Referandûma serxwebûnê rewşa tîma Barcelonayê xist xeterê
    YNKê 7 xal pêşkeşî Goran û Komela Îslamî kirin
    Li Colemêrgê dîsa qedexe hat ragihandin
    Şandeya ENKSê bi Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê re hevdîtin pêk anî
    Etîketan:
    Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de