06:35 27 Gulan 2018
Navçeya Sûrê

Li Sûrê xaniyê malbatekê tevî alavan hat xerakirin

© Sputnik . Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Li navçeya Sûra Amedê tîma hilweşîner a şaradariyê xaniyê Ayşe Dun tevî alavên tê de xerakirin. Polisan mudaxaleyî kesên ku bertek nîşan da û gule bera hewa da. Di encama aloziyê de 3 kes hatin binçavkirin.

Li taxên Alîpaşa û Lalebey ên navçeya Sûr a Amedê xerakirina xanîyan li gel nerazîbuna welatîyan berdewam dike. Duh zabiteyên şaradariyê Mala Şînê ya Alîpaşa xera kiribûn. Îro jî polîsan danê sibehê taxa Alîpaşa dorpêç kirin û wesayitên zirxî, TOMA û gelek polîsan tîmên hilweşîner ketin nava kolanê. Tîmên hilweşîner xwestin xaniyê welatîya bi navê Ayşe Dun xera bikin û malbata nerazibunê xwe anîn ziman. Tîmên hilweşîner nehiştin ku malbat alavên xwe derxîne û yekser xanî xera kirin.

3 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Xwediya xanî Ayşe Dun û kurê wê Sadik Dun li ber hilweşandinê rabûn. Polisan endamê malbata bi zorê ji nava taxê derxistin. Li ser vê yekê şêniyên taxê nerazîbûn nîşan dan. Polisan mudaxaleyî welatîyan kir û gule berdan hewayê. Di encama mudaxaleyê de Sadik Gun, Okan Barûtçûoglû û kesekî navê wî nehat zanîn ên nerazîbûn nîşanî vê yekê dan ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hatin binçavkirin.

Endamên Platforma "Na ji hilweşandina Sûrê re" û "Parlamenterên HDP'yî li ser vê yekê hatin taxa Alîpaşayê. Polîsan rojnamevan ji cihê bûyerê derxistin.

Bi heman mijarî:

Ji bo Sûrê serî li dozgeriyê hat dayîn
Navçeya Sûrê di bin dorpêçiya polîsan de ye
Ji bo Sûrê kampanyeya îmzeyan hat destpêkirin
Niştecihên Sûrê bê av û bê elektrîk in
Etîketan:
avahî, Amed, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de