08:07 18 Kanûn 2017
Zindî
    Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu

    ‘Wezîrê Navxweyî parlamenteran tehdîd dike'

    © Sputnik/ Yurdagül Şimşek
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu bersiv da Wezîrê Navxweyî Suleyman soylu ku gotibû ‘ divê CHP bangî parlamenterê xwe bike û hedê bîdê'.

    Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu di hisabê xwe yê medya civakî yê Twitterê de gotibû: "Navgînên Hewayî yên Bêmirov (NHB) însanên sivîl dikujin. Berê JÎTEM hebû niha jî NHB heman wezîfeyê dikin. Rêbazên wiha di dewletên hiqûqî de nayên qebûlkirin, encex di şer de ev tişt werin kirin û qaîdeyên şerî jî hene."

    Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu li ser vê peyama Tanrikulu ew rexne kiribû û hedef nîşanda bû.

    Sezgin Tanrikulu jî di bersivdayîna soylu de got: "Wezîrê Navxweyî li şûna sivîlên ku bi NHByan têne kuştin bide lêkolînkirin radibe parlamenteran tehdîd dike. Heke em li hemberî êşa van însanan bêdeng bimînin û dengê van negihînin hinek cihan dê kî bike?" Însanek sirf ji bo kurd e demgeya terorîstbûnê bûxwe çiqas raste"

    Bi heman mijarî:

    Soylu: Hinek dixwazin bibêjin PKKê ne terorîst e
    Soylu: Agahiyên nû derbarê çekdayîna YPGê ya Amerîkayê ji me re tên
    Soylu: Çima zarokên 14-15 salî tevlî PKKê dibin?
    Soylu: Hezar û 9 îmamên mahrem ê FETO hatin binçavkirin
    Soylu: Bi êrişa Amedê ve eleqedar 3 kes hatin binçavkirin
    Etîketan:
    Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê, Parlamenterê CHPê yê Stenbolê, Sezgin Tanrikulu, Suleyman Soylu, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de