06:29 13 Kanûn 2017
Zindî
    Binçavkirin

    Îngîltere: Îşkence dîsa vegeriya Tirkiyeyê

    © AP Photo/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Kovara Economîst a Îngîltereyê di hejmara xwe ya dawî de cih da du meqaleyên bi navê ‘Îşkence dîsa vegeriya Tirkiyeyê' û ‘Erdogan bangî şerê hezar salane kir' weşand.

    Li gorî nûçeya BBC Tirkî meqaleyê ‘Îşkence dîsa vegeriya Tirkiyeyê' wiha dest pê dike: "Tulay Yerçelik dibêje li Amedê şeveke meha berfenbarê hêza taybet a bi maske ji bo operasyonê bi ser mala me de girt. Yerçelik, xesuwa wê û kurê wê yek mehî 2 seetan dengê Îşkenceya li hevserê xwe guhdar dike. Piştî polîs digihîje malê şideta hêza taybet bi dawî dibe."

    Di berdewamiya gotarê de tê gotin: "Çelikê ku rojnamevanê Ajansa Nûçe ya Dîcleyê ye ji 150 saziyên ku piştî hewldana derbeya leşkerî hatibûn girtin yek e, 2 hefteyan li Amedê binçavkirin. Paşî sevkî girtîgeheke Stenbolê kirin. Sûcê wî jî tenê çêkirina nûçeyeke meîlên ser Wezareta Enerjiyê bû. Niha bi 16 salan re rû bi rû ye."

    Li gorî nûçeya kovarê, Serokomar Recep Tayyip Erdogan di salên destpêka 2000an de bi polîtîkaya ji îşkenceyê re qet tolerans tuneye dest pê kiribû, lê piştî hewldana derbeya leşkerî û operasyonên ser kurdan ev tolerans paşve vegeriya.

    Bi heman mijarî:

    ‘Îşkence li keça min a 6 salî kirin’
    HDPê rapora gundê Şapatanê ku li gundiyan îşkence hatibû kirin diyar kir
    3 leşkerên ku îşkence li xortên Kurd kiribûn hatin girtin
    Hate îdiakirin ku leşkeran îşkence li gundiyan kiriye
    Rojnamevan Kizilkaya: "Li Girtîgeha Silivriyê îşkence li min kirin"
    Etîketan:
    îşkence dîsa vegeriya Tirkiyeyê, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de