20:38 21 Îlon 2017
Zindî
    Osman Baydemir

    Baydemir: Dewlet ji bo te pîroz e ma çi gunehê kurdan heye?

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 3510

    Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemir diyar kir ku referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê dê ji bo Rojhilata Navîn bibe deriyê xêrê.

    Ala Kurdistanê
    © AP Photo/ Bilal Hussein
    Berdevkê HDPê Osman Baydemir ji ajasan Rûdawê re axivî û eşkere kir ku ew bi dil û can piştevaniya referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê dikin û referandûma 25ê Îlonê dê deriyê xêrê li ber tevahiya Rojhilata Navîn veke.

    Osman Baydemir amaje bi vê yekê kir ku li Tirkiyeyê destên siyasetê li ser tevahiya dadgehên wî welatî hene û got: "Hevserok û parlamenterên partiya wan 307 roj in ji ber kurdbûna xwe di zîndanan de girtine û ev ne darizandin e, ev dîlgirtin e."

    ‘ŞIRÎKATIYA AKP Û MHPê LI SER DIJMINATIYA KURDAN PÊK TÊ'

    Baydemir destnîşan kir ku şirekatiya AKP û Partiya Tevgera Nijadperwer (MHP) li ser dijminiya kurdan pêk tê û li ser gotina Serokê MHPê Devlet Bahçeli ku anîbû ziman referandûma serxwebûna Kurdistanê sedema şer e de got: "Min wekî berdevekê HDPê jê re got, hedê xwe bizan e. Ne hedê ti kesiye gefan li Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike."

    Berdevkê HDPê eşkere kir ku ne hedê ti ke ti kesî ye ku gefan li gelê kurd û li Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike û ragihand ku ew gefa ku li Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê kirin, weke gefa li ser 40 milyon kurdan dinirxînin û wê yekê qebûl nakin.

    ‘DEWLET JI BO TE PÎROZ E MA ÇI GUNEHÊ ME KURDAN HEYE'

    Baydemir gotina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan "daxwaza dewletê ji bo kurdan heqaret e" bibîr xist û got: "Dewlet ji bo te pîroz e, ji bo Fransa ji bo ereban pîroz e, ma çi gunehê me kurdan heye? Bingeha pirsgirêkê ew e ku dixwazin kurdan bikin koleyên xwe û tine bikin."

    Bi heman mijarî:

    Baydemir bersiv da Bahçeli: Ne hedê te ye tu gef li kurdan bixwî
    Baydemir bangî Abdullah Gul kir: Dengê xwe bilind bike
    Baydemir: Dixwazin Kiliçdaroglu bigirin
    Baydemir: Bila Erdogan li aqûbeta Sedam binêre
    Osman Baydemir: Em stûyê xwe xwar nakin
    Etîketan:
    serxwebûn, referandûm, dewlet, kurd, Rudaw, Osman Baydemir, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de