01:35 23 Hezîran 2018
hdp-mîtîng

'Sedema hevalbendiya AKP û MHPê HDP ye'

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Parlementerê AKPê yê Amedê Galip Ensarioglu di axaftina xwe de ragihandin ku partiyên ku kurdan nehesibîne qîmet ji wan re namîne.

Parlementerê AKPê yê Amedê di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Birgunê de got: "Helwesta AKP li hember kurdan eyniye û qet guherînek nîne û li hember nehesibandina kurdan li herêma rojhilat û başûrê Rojhilat meşandina siyasetê ne pêkan e. Ev şêwaz lazime ku tu partiyê de tune be. Heger hun kurdan tune bihesibînin wek MHP û CHPê hunê li herêmê bibin wek partiyek tabelayî."

Her wiha Ensarioglu dide zanîn ku hevalbendiya AKP û MHPê tenê ji bo referandûma 16ê Nîsanê bû û ev hevalbendî berdewam nake. Ensarioglu di berdewamiya axaftina xwe de got: "AKP û MHP du partiyên cuda û rikeberê hevdu ne. Di navbera wan de yekbûneke siyasî nîn e. Hevalbendiya wan tenê ji bo referandûma 16ê Nîsanê bû. Ev hevalbendî berdewam nake."

Li gorî Ensarioglu sedema hevalbendiya AKP û MHPê, HDPê ye. Lewra HDP piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê digel AKPê ji bo avakirina hikûmetekî hevpeyman piştgiriya wan nekiriye. Herwiha HDP ji bo guhertina yasaya bingehîn ji AKPê re nebûye alîkar. Ji ber vê yekê ew neçar mane digel MHPê hevalbendî bikin.

Bi heman mijarî:

Ensarioglu: "Min modela Farcê pêşniyarî Erdogan kir"
Ensarioglu: "Pêvajoya çareseriyê bi dawî nebûye"
HDP: ‘Gotinên Ensarioglu bi temamî derew in'
Galip Ensarioglu: 'Tirkiye 1600 birîndarên PYDê derman kirin'
Etîketan:
Parlamenterê AKPê yê Amedê, MHP, AKP, HDP, Galip Ensarioglu, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de