15:56 23 Mijdar 2017
Zindî
    Rojnamevan-rojnameger

    ‘Li Tirkiyeyê 180 rojnamevan gîrtine'

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 38 0 0

    Însiyatîfa Rojnamevanên Azad (ÎRA) rapora binpêkirina meha Tebaxê aşkare kir û ragihand ku li Tirkiyeyê 180 rojnameger girtîne. Li gorî raporê di meha Tebaxê de 30 rojnamevan hatine desteserkirin û wan 14 kes hatine girtin, 3 saziyên çapemeniyê hatine girtin û 14 rojnamevan hatine darizandin.

    Însiyatîfa Rojnamevanên Azad (ÎRA) rapora binpêkirina meha Tebaxê li avahîya İHDya Amedê aşkare kir. Endamê Însiyatîfa ÎRA Haki Boltan diyar kir ku li Tirkiyeyê zext, zorî, binpêkirinên mafan ên li ser çapemeniyê zêde bûne û di asta herî bilind de pêk tên. Boltan da zanîn ku di vê mehê de 14 rojnamevan hatin girtin û got: "Li cîhanê, li tu welatî ku ewqas rojnamevan nehatine girtin. Lê li Tirkiyeyê ev di mehekê de pêk hat. Girtinên rojnamevanan bûye, bûyerên ji rêzê. Lîderên cîhanê ji bo sererastkirina binpêkirina mafan zext û însiyatîfa xwe bikar naynin."

    ‘180 ROJNAMEVAN GIRTÎ NE'

    Boltan anî ziman ku îro li girtîgehên Tirkiyeyê 180 rojnamevan girtî ne û wiha pê de çû: "Ev tablo ji bo desthilatdariyê divê cihê şermezariyê bûna. Lê desthilatdarî girtina ewqa rojnamevan ji bo xwe cihê şanazî û serkeftinê dibîne. Rojnamevanî ne sûc e û em rojnamevan in. Bi girtina rojnamevan ne kêm dibin û ne jî diqedin. Bêhtir zêde dibin. Ev di rewşa Tirkiyeyê ya dawî de jî li ber çavan e."

    Rapora İRA ya meha Tebaxê wiha ye:

    * 180 rojnamevan di girtîgehan dene.

    * 30 rojnamevan hatin desteserkirin.

    * 14 rojnamevan hatin girtin.

    * 2 rojnamevan hatin berdan.

    * 4 sîteyên nûçeyan 14 car ji aliyê BTKê ve hatin qutkirin. (5 car demokrasî, 5 car sendîka.org, 3 car Dîhaber û carek jî Rojeva Medya 1.)

    * 3 saziyên çapameniyê hatin girtin.

    * 14 rojnamevan hatin darizandin.

    * 1 rojnamevan dest dan ser pasporta wê û qedexeya derketina derve dan ser wê.

    Bi heman mijarî:

    DMMEyê ji bo rojnamevan Yucel ji Tirkiye parastin xwest
    Rojnamevan Çakmakçi hat binçavkirin
    Pûtînî odeya xwe ya nepenî ya ku berî niha ti rojnamevan neketibûyê nîşanî Stone da
    Rojnamevan Îdîz: Çek ji bo Kurdan name ji bo Tirkiyê
    ÎRA: Li Tirkiyeyê 166 rojnamevan girtîne
    Etîketan:
    girtî, desteser, rojnamevan, Însiyatîfa Rojnamevanên Azad (ÎRA), Haki Boltan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de