09:04 21 Nîsan 2018
    Parlamentarê HDPê Ziya Pîr li ser birîndarkirina gundiyên Licê daxuyanî da

    HDP: Birîndarên gundê Licê sivîl in

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 0 0

    Parlamanterê HDPê Ziya Pir têkildarî buyera Licê û daxuyaniya walitîya Amedê axivî û got, her sê kesên ku hatine gulebarankirin gundî ne û êdî gundî di tetbîqatan de zindî têne bikaranîn.

    Pir got "Êdî li gunda tetbîqata zindî tê kirin û bi guleyên rast û li ser sivîlan tetbîqat tê kirin. Ev sucê şer e."

    Li navçeya Licê ya Amedê di encama operasyona leşkeri de 3 gundî birîndar bûn. Hate hînbûn gundiyên ku birîndar bûne Celal Yildirim yê 60 salî û bavê 13 zarokan, kurê wî Bedran Yildirim û Munir Serin e. Celal Yildirim rewşa wî girane. Ji birîndaran Munir Serin bi hinceta k udi derheqê wî de biryara girtinê heye hate binçavkirin.

    BÛYER LI GUNDÊ MIŞIRFÊ YÊ LICÊ QEWIMÎ

    Li gorî çavkaniyên gundiyan, duh di seatên êvarî de bi helîkopteran leşker sewqî gund kirin û leşkeran li gund reşandin. Di encama reşandina guleyan de sê gundî birîndar bûne û bi seatan destûr nedane ku gundî wan rakin nexweşxaneyê. Piştî ku li ser medyaya civakî bertek zêde bûn her sê gundî bi helîkopter û ambulansan rakirine nexweşxaneyê.

    Şandeya HDPê çû gundê Mişirfê yê Licê ku sivîl hatibûn gulebarankirin
    © Foto :
    Şandeya HDPê çû gundê Mişirfê yê Licê ku sivîl hatibûn gulebarankirin

    ‘LEŞKERAN BÊ HIŞYARİ GUND GULEBARAN KIRIN'

    Piştî bûyerê şandeya ku ji parlamanter û rêvebirên HDPê pêk hat çûn gund û têkildarî bûyerê lêkolin kirin.

    Piştî hevdîtina bi gundîyan re parlamanterên HDPê daxuyanî da.

    Parlamanterê HDPê yê Amedê Ziya Pir di derheqê bûyerê de ev agahî dan:

    "Dema qedexe lig undan tê ragihandin gundî tên agahdarkirin û ew jî ji mala xwe dernakevin. Lê vê carê bê agahî qedexe hat ragihandin û bi sedema ku gundî hehatibun agahdarkirin hemû gundî li derve û din ava baxçeyên xwe de bun. Helîkopter leşkeran dadixe derdora gund û çawa dadikevin bê hişyarî li gund redişînin. Di wê demê de gundiyê bi navê Celal Yildirim û kurê wî Bedran Yildirim bi terextorê ber bi mala xwe ve diçin û rastî guleyên leşkeran tên û giran birîndar dibin. Di heman demê de gundiyê bi navê Munir Serin di nav baxçeyê xwe de dixebitî û ew jî birîndar bûye."

    ‘GUNDIYÊN BIRİNDAR BI SEATAN LI ERDÊ HIŞTIN'

    Pir diyarkir ku gundiyên ku birîndar bûne bi seatan li erdê hatine hiştin û kesên ku xwestine wan rakin nexweşxanê rastî heqareta hatine û destûr nehatîye dayîn.

    Pir wiha berdewam kir: "Piştî ku li ser medyaya civakî û hevdîtinên me yên bi rayedaran re, birîndaran radikin nexweşxaneyê. Gundî û rayedar jî dizanin ku ev her sê kes sivil in. Piştî gulebaranê leşkeran mal bi mal lêgirin kir û nasnameya gundîyan kontrol kirin, lê tiş dernakeve. Têkildarî bûyerê me xwest ji walîtiyan agahî bigirin lê walîtiyê ji şevê heta aniha bersiva me nedaye."

    ‘SûCÊ ŞER E'

    Pir wiha berdewam kir: "Li gundên kurdan konseptek cuda hatîye destpêkirin. Li Colemergê jî bûyerek wiha bû û Wezirê Karê Navxweyî Suleyman Soylu got, ‘Kêmasiyên wiha dibin' û li kuştina sivîlan mikur hat. Êdî li gunda tetbîqata zindî tê kirin û bi guleyên rast û li ser sivilîan tetbîqat tê kirin. Navê vê komkujîya sivîlan e û sûcê şer e."

    Bi heman mijarî:

    ENKS: Rêkeftina Hizbûllaha Lubnanê û DAIŞê metirsdar e
    Goran û Komel: Divê referandûm bê paşxistin
    ‘Ger Trump bazirganiya Çînê rawestîne dê ji kar bê xistin’
    Serokên BRICSê ceribandina bombeya hidrojenê şermezar kirin
    Trump: Em amade ne çekên nukleer bikar bînin
    Etîketan:
    Lİcê, AMED, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de