13:11 24 Gulan 2018
    Parlamentoya Tirkiyê TBMM

    Parlamentariya Leyla Zana û 4 kesên din ketiye xeterê

    © REUTERS / Umit Bektas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 02

    Beriya ku Parlamentoya Tirkiyê dest bi kar bike bi mehekê nîqaşên li ser xistina parlamentariya 5 parlamentaran ketin rojevê.

    Qedexe derketina derve
    © AP Photo / Halit Onur Sandal
    4 ji wan parlamentarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 1 jî ji Partiya Gel ya Komarî (CHP) ketiye xeteriyê ku dibe parlamentariya wan di destpêka vekirina parlamentoyê de were xistin.

    Parlamentoya Tirkiyê 1ê Cotmehê dest bi kar dike û bi destpêkirina sala nû ya yasadanînê de, ji ber cezayên wan dibe parlamentariya ji HDPê Abdullah Zeydan, Besîme Konca, Çaglar Demîrel û ji CHPê jî parlamentariya Enîs Berberoglu ku niha di girtîgehê de ye, were xistin.

    Dîsa parlamentariya Leyla Zana jî di xeteriyê de ye ku ew jî ji ber neçûna parlamenê û beşdarnebûna wê ya civata giştî dibe parlamentariya wê were xistin.

    Leyla Zana bi hinceta ku sonda parlamentariyê ne li gor rêzikên Parlamentoya Tirkiyê xwendiye û dubare sererast nekiriye nikare beşdarî civata giştî bibe. Herwiha bi wê minasebetê jî maweyeke dirêj e ku neçûye parlamentoyê û ev jî dibe hincet ji bo xistina parlamentariya wê.

     

    Bi heman mijarî:

    Li çar taxên Licê qedexe hat ragihandin
    ‘Me çawa Kurdistan parastiye emê sînorê dewleta wê jî biparêzin’
    Rûsyayê ceribandina bombeya hidrojenê bi tundî şermezar kir
    Referandûm ji sedî 90 amade ye: Buroyên Mûsil, Kerkûk û Xaneqînê vedibin
    Koreya Başûr banga civîna lezgîn kir
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de