00:47 21 Nîsan 2018
    Niştecihê navçeya Sûra Amedê

    ‘Ka av ka ceryan ka cîran, em çawa cejnê pîroz bikin?'

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 0 0

    Navçeya Sûrê bi sedema xerakirina malan Cejna Qurbanê bi dilşikestî pêşwazi kir. Ev du cejne ku Ev du cejne ku zarokên Sûrê bê cil û berg dimînin û weke bere mal bi mal nagerin.

    Pîra 75 salî Zekiye Tanrikulu wiha dibêje: "Em di mala xwe de weke di hepsê dene. Ez çawa cejnê pîroz bikim. Ka av ku ez desmêj bigirim ka ceryan ku ez berxwe bibinim, ka cîran ku em cejna hev pîroz bikin?"

    Li navçeya Sûra Amedê Cejna Qurbanê bi dilşikestî hat pêşwazî kirin. Sûra ku di cejna de kolanên wê bi deng û listikên zarokan baldikşand vê cejnê xemgîne. Malbatên ku malen xwe ne terikandin di nava xirbeyan û dorpêça barîyaran de bê av û bê ceryan pêşwazî kir. Her wiha bi sedema ku gelek xanî hatin xerakirin dora malan vala bu û ew ciranên ku weke malbatekê dijîn ji hev dur ketin. Bi gotina welatiyên Sûrê "Êdi cîran nema ku cejna hev pîroz bikin." Ev du cejne ku zarokên Sûrê bê cil û berg dimînin û weke bere mal bi mal nagerin. Roja cejnê weke ajansa Spûtnîk Kurdistan me gele Sûrê guhdarkir.

    ‘EM DI MALA XWE DE DI HEPSÊ DENE, ÇAWA CEJNÊ PîROZ BIKIN?'

    Navçeya Sûrê di dîrokê de herdem ji bo welatiyên xizan, koçber û penaberan bûye weke stargeh. Di salên 1990an de careke din deriyên xwe ji bo koçberên ku gundên wan hatin şewitandin û valakirin vekir. Herî zede malbatên xizan dijîn. Yek ji wan jî malbata Tanrikulu ye. Endamê malbatê pîra Zekiye Tanrikulu ya 75 salî ku li kolana Lalebey dijî temenê xwe li Sûrê derbaskirîye. Li Sûrê ji dayik bûye û 75 sal in qet ji Sûrê derneketiye. Li ber mala wan dikanek wan ya biçûk heye û ev dikan 60 sal bûye ku heye. Pirê jî ev 60 sal in vê dikanê dixebitîne. Pîrza Zekiye ji bo cejna wiha dibêje: "Bi salane em liv ir dijîn. Aniha dibêjin derkevin em ê xera bikir. Ma ev edalete? Me mala xwe neterikand. Ji bo me ne terikand ava me ceryana me qut kirin. Mala me bi barîyeran dorpêç kirin û em di mala xwe de weke di hepsê dene. Ez çawa cejnê pîroz bikim. Ka av ku ez desmêj bigirim ka cerya ku ez berxwe bibînim?"

    ‘MA HUN JI XWEDÊ NATIRSIN?'

    Di meha remezanê de jî av û ceryan li Sûrê hatibu qutkirin. Ev dû cejne ku malbatên Sûrê di şert û mercên zor û zehmet dijîn. Pîra Zekiye behsa van şertan kir û wiha axivî: "Dixwazin mala me li sere me xerabikin. Bi sedema ku me mala xwe ne firoşt li me îşkence dikin. Ez bi vî temenê xwede derim ji mizgeftê avê dikşînim. Ma hûn ji xwedê natirsin?"

     

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Sûr dîroka Amedê ye û divê ev dîrok neyê xerakirin'
    HPGê ji bo Sûr û Qoserê daxuyanî da: Em ji bo mirovên sivîl xemgîn in
    SÛR - Li navçeyê li 6 kuçeyan qedexe hat rakirin!
    Sûr bi awayekî dijminî tê bombebarankirin!
    SÛR - 91 roj in nikarin ji malên xwe derkevin!
    Etîketan:
    Niştecihê navçeya Sûra Amedê, Zekiye Tanrikulu, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de