01:19 24 Mijdar 2017
Zindî
    Baroya Amedê

    Hevserek sûrgûnî Amasya yê din jî şandin Nigdeyê

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 14101

    Nêzi hezar endamên Sendîkaya Perwerdeyê Egitim Senê ji bajarên kurdan sûrgûnî bajarên rojavayê Tirkiyê hatin kirin. Derket holê ku hinek hevser sûrgûnî bajarên cûda hatine kirin. Saziyên sivîl yên Amedê bertek nîşanî sûrgûnan da.

    Li bajarên kurda nêzi hezar endamên Egitim Senê ji bajarên kurda sûrgûnî bajarên rojavayê Tirkiyeyê hatin kirin. Li gorî agahiyên ku ji Egitim Senê hate bidestxistin li Rûhayê 367, li Amedê, li Dîlokê 52, li Elezizê 72, li Wanê 47, li Dersim 62 û li Mêrdin 112 kes hatin sûrgûnkirin. Têkildarî mijarê de Baro, İHD, TİHV, DTO, İnsiyatîfa Maf jî di navde gelek saziyên sivîl li hemberî sûrgûnan bertek nîşandan. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen diyarkir ku sûrgûn binpêkirina mafên mirovane û bêhiquqî ye.

    ‘JI PARA KURDA RE SÛRGÛN KET'

    Ozmen got "Bi sûrgûnan dixwazin mamoste îstifa bikin" û wiha berdewamkir: "Bajarên ku hatine hilbijartin bi zanebun hatîye kirin. Dixwazin ku mamoste li cihê ku hatine sûrgûn kirin weke hedef werin nîşandan û mecbur bimînin ku îstifa bikin. Ji damezrandina komarê heta niha herdem kurd bi sûrgûnan tê xwestin ku werin terbîye kirin û ev birînên bêderman vekirîye. Aniha ji para kurda re dîsa sûrgûn ket.

    HEVSER SÛRGÛNİ BAJARÊN CÛDA KIRIN

    Ji mamosteyên ku hatine sûrgûn kirin hevserên bi navê Saliha Zorlu û Samet Zorlu bal dikşîne. Her du hevser sûrgûnî bajarên cûda kirine û zarokê wan li Amedê ne. Yek ji wan Nigde ya di jî sûrgûnî Amasya hatîye kirin. Her wiha hevser neçarin ku wê çawa bikin. Herdu hevseran bertek nîşanî sûrgûnan dan.

    Bi heman mijarî:

    Ji Meclîsa Mamostayên Nerazî daxuyaniya boykotê
    Mamostayên bajarokê Kifrî: Ta daxwazên me bên cih wê boykot berdewam bike
    Biryara binçavkirina 137 mamostayên zanîngehê hat dayîn
    Mamostayên Germiyan û Derbendîxan dibistan boykot kirin
    Barzanî peyamek pêşkêşî mamostayên ola îslamê yên Kurdistanê kir
    Etîketan:
    Mamostayên sûrgûnkirî, Egitim-Sen, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de