11:46 21 Hezîran 2018
Amed a ku bi jiyana tevger û rengîn tê naskirin di vê pêvajoyê de bi bêdengiya xwe baldikşîne.

Li bajarên kurda 16 hezar û 413 kes hatin ixrackirin!

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
Sertaç Kayar
0 0 0

SAMERê ragihan ku biryarên di hikmê qanûnê de buye sedema mexduriyetên mezin û ev yek di navbera welatîyan û dewletê de buye sedema nebaweriyê. SAMERê aşkare kir ku li bajarên kurdan heta niha bi 28 biryarên hikmê qanûnê 16 hezar û 413 kes hatine ixrac kirin.

Navenda Lêkolîn a Siyasî û Civakî (SAMER) têkildarî encamên Biryarnameya Hikmê Qanûnê (KHK) û rewşa kesên ku hatin ixrac kirin de lêkolinek pêk anî. Lêkolîn li Amedê bi 40 kesên ku hatine ixrac kirin de hate kirin û encamên wê bi raya giştî ve hate parvekirin. Di raporê de hate gotin ku KHK bûye sedema birînek civakî û pirsgirêkên hiquqî, aborî û derunî yan.

‘DI NAVBERA WELATİYAN Û DEWLETÊ DE NEBAWERİ ÇÊBU'

Di raporê de hate ragihandin ku bi hezaran kesên ku ji kar hatine derxistin û nayê zanîn heNe. Di raporê de wiha hate gotin: "İcraxkirin bûye sedema mexduriyetên mezin û ji ber ku rêyên hiquqê tev hatine girtin jî ev pirsgirêk kur buye. Di heman deme de ev yek di navbera welatîyan û dewletê de buye sedema nebaweriyê. Ne tenê kesên hatine ixrackirin di heman deme de malbatên wan jî hatîne mexdurkirin. Dîsa kesên ku hatine ixrackirin êdi nikarin li cihêkî di bixebitin û destur jî nadin.

‘16 HEZAR Û 213 KES HATE İXRAC KIRIN'

Di raporê de hejmara ixrackirinên li bajarên kurdan jî hate aşkare kirin. Di raporê de wiha tê gotin: "Li bajarên kurdan ji ber girtina saziyên çapemenî û saziyên sivîl qada jiyanê her diçe teng dibe. Heta niha bi 28 KHKyan li heremê bi tevahî 16 hezar û 413 kes hatine ixrackirin, 463 komele, 27 weqf, 20 rojname, 2 zanîngeh, 3 televizyon, 1 radyo, 3 ajansên nuçeyan, 11 saziyên tenduristiyê, 139 dibistan, 26 warê xwendekaran hate girtin."

Bi heman mijarî:

Pûtîn: Di sala 2016an de ji 15 milyar dolarî zêdetir çek îxraç kirin
HSYKyê 202 dadger û dozger ji kar îxraç kirin
MHPê 3 kesên din ji partiyê îxraç kirin
Dadgeha Qanûna Bingehîn du endamê xwe îxraç kir
Etîketan:
kar, rapor, îxraçkirin, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de