20:34 21 Îlon 2017
Zindî
    Dogu Perinçek

    Perinçek: Tirkiye korîdora PKKê ku Amerîka û Îsraîl piştgiriya wê dikir şikand

    © AFP 2017/ FREDERICK FLORIN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 8002

    Serokê Partiya Vatanê Doğu Perinçek di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku hevkariya Tirkiye, Îran û Rûsya li Rojhilata Navîn çong li Amerîkayê şikand.

    Piştî serdana Sererkanê Giştî yê Îranê Muhammed Baqirî, niha jî Sererkanê Giştî yê Rûsyayê Valeriy Gerasîmov serdana Enqereyê dike. Serokê Partiya Vatanê Doğu Perinçek ev serdan ji ajansa Spûtnîkê re nirxand û got: "Mutebeqet û hevkariya navbera Tirkiye, Îran û Rûsya Projeya Rojhilata Navîn a Mezin a Amerîkayê da îflaskirin. Çong li Amerîkayê hatin şikandin."

    ‘PLANA KURDISTANÊ TÊK ÇÛ'

    Doğu Perinçek di berdewamiya axaftina xwe de got: "Yekrêziya axa Sûriyeyê tenê bi pozîzyona Beşar Esad tê parastin. Êdî Tirkiye jî yêkîtiya axa Sûriyeyê diparêze û ev jî bi hebûna Esad gengaz e. Piştgiriya Esad têkbirina plana Kurdistanê ye. Tirkiye bi operasyona Cerablusê projeya korîdora PKKê ku Amerîka û Îsraîlê piştgirî dikirin kelişand û têk bir. Tirkiye li Rojhilata Navîn çong li Amerîkayê şikand."

    Perinçek di dawiya axaftina xwe de got: "Herî zêde hetanî salekê wê girêka Sûriyeyê bi temamî vebe û dê aramî û aştî were herêmê."

    Bi heman mijarî:

    Dogu Perinçek banga îstîfayê li Serokomar Erdogan kir
    Perinçek: Amerîka piştî Îsraîla Cihûyan li pey avakirina Îsraîla kurdan e
    Perinçek: Tirkiye têkeve Mûsilê, dê Amedê bide
    Perinçek: Amerîka dixwaze Tirkiyeyê perçe bike
    Perinçek: Lijneya me derbarê hevdîtinên bi Esad re agahiyan dide Wezareta Karê Derve
    Perinçek: 'Çi bextewar im ku li bajarên kurdan operasyonên paqijiyê dibînim'
    Etîketan:
    Serokê Giştî yê Partiya Vatanê, Doğu Perinçek, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de