03:18 23 Îlon 2017
Zindî
    Sûrê

    ‘Dewlet çawa dest datîne ser tiştên welatiyên xwe, ev çawa edalete?'

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 126 0 0

    Li navçeya Sûrê xerakirina xanîyan berdewam dike. Malbatên ku xaniyê xwe nefirotine jî bi zorê tên derxistin. Malbat ji ajansa Sputnikê re axivîn û neçarîya xwe anîn ziman. Welatiyên Sûrê dibêjin ku ‘Dewlet çawa dest datîne ser tiştên welatiyên xwe, ev çawa edalete?'

    Li navçeya Sura Amedê bi hinceta "veguherîna bajarvaniyê" rûxandina malan di bin dorpêça polisan de dewam dike. Li gorî agahîyan li her du kolanan nêzi 400 xanî hatîye xerakirin û bi tevahî dê hezar û 500 xanî werin xerakirin. Malbatên ku mecbur man xaniyên xwe firotin ji malen xwe terikandin, lê yên ku nefirotine ji bo ne terikînin li berxwe didin. Welatiyên Sûrê dibêjin ku heta roja duşemê mohlet dane wan lê ew bi biryarin ku ne terikînin. Hevdîtinên welatîyan ya bi rayedaran re bê encam ma û malbat neçar in.

    ‘EV ÇAWA EDELATE?'

    Welatiyên Sûrê ji ajansa Sputnik Kurdistanê re axivîn û daxwazên xwe anîn ziman. Welatîya bi navê Hatice Yoktu anî ziman ku bi zorê alavên wan ji malê derxistine û wiha axivî: "Serê sibehê em bi bariyerên polisan şîyar bûn. Mutehît dibêje ku çi bibe jî dê xaniyê wan were xerakirin. Me serî li dadgehê dabû û hêj berdewam dike lê dibêjin ‘dadgeh derewe, piştî xaniyê we hat xerakirin wê deme herin li mafê xwe bigerin.' Mi mala xwe nefirotîye tu pere jî negirtîye. Ev çawa edalete? Destê xwe dênin ser wijdanên xwe hûn çawa xaniyên me xera dikin. Dibêjin dê tiştên me têxin depoyan.

    ‘DEWLET ÇAWA DEST DATÎNE SER TIŞTÊN WELATIYÊN XWE?'

    Welatiyê bi navê Selam Tanrikulu jî xaniyê xwe nefirotîye lê ew jî bi zorê derdixin. Tanrikulu got: "Serê sibê hatin gotin mala xwe vala bikin em ê xera bikin. Dibêjin ku heger hûn di hindir debin jî em ê xera bikin. Em dernekevin. Dora me tev bi bariyeran girtine û destur nadin ku tu kes têkeve hindir. Bi me re ne axivîn li gorî xwe biryar dan û gotin pere we li banqê ye herin bigirin. Dewlet çawa dest datîne ser tiştên welatiyên xwe? Ev meheke ku em bê ceryan û av dijîn. Çi bibe jî em dernakevin."

    ‘MALBATÊN TAXÊ TEV XIZANIN'

    Keyayê taxa Lalebey Abdullah Çelik anî ziman ku bi wan re ne şêwirîne û biryara xerakirinê dane. Çelik wiha axivî: "Bi rayedaran re gelek hevdîtin me kir lê me tu encam ne girt. Dibêjin ‘TOKİ biryar girtîye û em nikarin tiştekî bikin.' Ez li hemberî xerakirinê me. Divê welatî mexdur nebin. Malbatên li vê taxê tev xizanin. Di salên 90î de ji ber şer koç kirine. Heta aniha nêzi 500 xanî hat xerakirin û dibêjin ku dê nêzi hezar û 500 xanî were xerakirin."

    Bi heman mijarî:

    Navçeya Sûrê bi barîyerên polîsan hat dorpêçkirin
    Ji bo Sûrê kampanyeya îmzeyan hat destpêkirin
    Niştecihên Sûrê bê av û bê ceyran man
    Dest bi xirakirina avahiyên Sûrê kirin
    Li Sûrê xerakirina avahîyan dest pê kir
    Rûxandina xaniyên Sûrê dest pê kir
    Etîketan:
    xirakirin, mal, Sputnik, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de