16:01 20 Îlon 2017
Zindî
    Komeleya Mafên Mirovan -ÎHD

    ÎHDê bilançoya şerê du salan eşkere kir: 771 polîs û leşker hatin kuştin

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 7801

    Şaxê ÎHDê yê Amedê, rapora "atmosfera şer" eşkere kir. Li gorî raporê, 771 polîs û leşker hatin kuştin û 448 welatiyên sivîl bê daraz hatine kuştin.

    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Amedê, li ser binpêkirina mafên mirovan di atmosfera şer de rapora ji 24ê Tîrmeha 2015an heta 24ê Tîrmeha 2017an eşkere kir.

    Beriya eşkerekirina raporê, Serokê ÎHDê yê Amedê Raci Bilici li civîna çapemeniyê axivî û destnîşan kir, ku li holê rewşeke tirsnak heye û bîlançoya 2 salan a şerê li bajarê kurdan gelekî giran e.

    Bilici destnîşan kir ku heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin wê binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê neqedin û got, "Ya ku rê li ber darbeyan vedike jî meseleya kurd e. Eger meseleya kurd çareser bûya, hewldana darbeyê jî rû nedida." Bilici anî ziman, ji ber ku Tirkiye meseleya kurd çareser nake, ji hiqûqa navneteweyî dûr dikeve.

    Li gorî rapora ÎHDê ya li ser 2 salên dawî yên şerê li bajarên kurdan ên Tirkiyeyê;

    Di şer de 425 leşker, 202 polîs û 43 cerdevanan mirin. 956 leşker, 634 polîs û 78 cerdevan jî birîndar bûn.

    Hezar û 48 endamên PKKê, 243 endamên YPS/YPS Jinê, 9 endamên TAKê jiyana xwe ji dest dan û 23 endamên PKKê jî birîndar bûn.

    53 welatiyên sivîl ên di nava şer de man, jiyana xwe ji dest dan, 80 sivîl jî birîndar bûn.

    Ji ber înfazên ji aliyê leşker, polîs û cerdevanan hatin kirin 448 kesan jiyana xwe ji dest dan, 379 kes jî birîndar bûn.

    Bi heman mijarî:

    ÎHD: Piştî ragihandina Rewşa Awarte hejmara girtiyan gihişt 195 hezaran
    ÎHD: 'Dixwazin Ahmet Turk li gel kelepçeyê muayene bikin'
    ÎHD: Kaya û Kizilkaya di bin mercên giran de ne
    ÎHD: Di nava saleke de hezar û 552 kes hatin kuştin
    ÎHD derbarê bîlançoya qedexeya derketina derve raportek weşand
    Etîketan:
    şer, rapor, Raci Bilici, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de