14:26 19 Îlon 2017
Zindî
    girtin-binçavkirin-desteserkirin

    Hevserokên HDPê jî di nav de 7 kes hatin girtin

    © Foto: Kirill Kallinikov
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Hevserokên HDPê yên Bajarê Antalyayê Songul Şarki û Ihsan Nergiz û 5 kesên din ku şandin dadgehê hatin girtin.

    Li Antalyayê, 12ê Tebaxê, polîsên bi ser malan de girtibûn û 11 kes desteser kiribûn. Kesên ku hatibûn desteserkirin şandin dadgehê.

    Piştî îfadeyên wan ên dozgeriyê Hevserokên HDPê yên Antalyayê Songul Şarki û Ihsan Nergiz, Endamê Meclîsa Partiyê yê HDPê Nihat Akaya, Serokê Şûbeya Antalyayê ya Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD), ku bi BHQê hatibû gritin Deniz Yildirim, parêzer Ramazan Gokalp û rêvebrên HDPê Adnan Ozkaçmaz, Emrah Çetin, Habur Sadak, Rafiye Akaya, Sevgi Aslan, Rojin Kaya, bin hinceta ‘endamê rêxistinê ne' bi daxwaza girtinê şandin dadgehê.

    4 ji wan bi şertê kontrola edlî hatin berdan û Şarki, Nergiz, Yildirim, Çetin, Akaya, Ozkaçmaz û Aslan bi heman îdîayê hatin girtin.

    Bi heman mijarî:

    HDP: Em gelên Kolombiyayê pîroz dikin!
    Sirri Sureyya Onder: Yekîtiya HDP û CHPê şert e
    Baydemîr: HDP bê şert piştgiriya referanduma serxwebûna Kurdistanê dike
    HDP: Em li benda rakirina Rewşa Awarte nasekinin, em dertên qadan
    HDP beşdarî mîtînga meşa edaletê dibe
    Etîketan:
    girtin, HDP, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de