09:46 24 Îlon 2017
Zindî
    Binali Yildirim

    Yildirim: Ji bo S-400 me li hev kir, biryara dawî wê Komîteya Pîşesazî ya Parastinê bide

    Sputnik
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 81 0 0

    Li gorî nûçeya NTVyê, Serokwezîr Binali Yildirim di axaftina xwe de ragihand ku ji bo kerîna pergala parastina moşeka S-400î me li hev kir, biryara dawî ya Komîteya Pîşesazî ya Parastinê ye.

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim di vegera xwe ya Vîetnam û Singapurê de bersiva pirsên rojnamevanan da. Yildirim ji bo kerîna pergala parastina moşekên S-400î got: "Ji kerîna S-400î me û Rûsyayê li hev kir, biryara dawî ya Komîteya Îcra ya Pîşesaziya Parastinê ye."

    EV RÊVEBIRÎ (KURDISTAN) PERÇEYEK JI IRAQE YE

    Yildirim di berdewamiya axaftina xwe de gotinên Bahçeli ku duhî gotibû ‘divê referanduma Kurdistanê sebebê şer were dîtin' nirxand û got: "Şer di nava dewletan de dibe, em wan wekî dewlet nasnakin. Heke dewletek serî li ber me rake û mafê me yê desthilatiyê binpê bike dibe sebeba şer. Lê rêvebiriya wir perçeyek ji Iraqê ye. Ev nabe sebeba şer. Lê divê rêvebiriya Kurdistanê di şaşiyan de îsrar neke."

    Bi heman mijarî:

    Yildirim û Ebadî behsa geşedanên Herêma Kurdistanê kirin
    Binali Yildirim lîsteya kabîneya nû eşkere kir
    Serokwezîrê Tirkiyeyê Yildirim sûriyeyî hişyar kirin
    Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim diçe Amedê
    Yildirim: Operasyona Reqayê 2ê Hezîranê de dest pê kir
    Etîketan:
    Referanduma serxwebûna Kurdistanê, Pergala parastina moşekên S-400î, Serokwezîrê Tirkiyeyê, Binali Yildirim, Tirkiye, Kurdistan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de