21:55 25 Îlon 2017
Zindî
    Dogu Ergil

    Dogu Ergil: Tirkiye ji damezrandina Kurdistana mezin ditirse

    Zanîngeha Çukurovayê
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 184 0 0

    Enqere mijara referanduma serxwebûna Kurdistanê ji nêzîk ve dişopîne. Serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu bo Bexda û Hewlêrê asta eleqeyê nîşan dide.

    Rayedar û siyasetmedarên Tirkiyeyê car caran nerazîbûna xwe nîşanî referandumê didin, lê li gorî pisporan babeta referandumê ji bo Tirkiyeyê ne weke xeteke sor e. Prof. Dr. Dogu Ergilê ku li ser Rojhilata Navîn wekî şarezayekî navdar tê zanîn dibêje, Tirkiye naxwaze pêwendiyên xwe digel Hewlêrê qût bike.

    Dogu Ergil di axaftina xwe ya K24ê de got: "Pêwendiyên navdewletî tu caran mayînde nîn in. Li gorî berjwendiyên neteweyî ev helwest tê guhertin. Berê li Iraqê avakirina rêvebiriyeke xweser bo Tirkiye arîşeyeke gelek mezin bû, lê belê piştre ev helwest guherî. Têkiliyên baş hatin destpêkirin. Bêguman Tirkiye ji ber damezrandina Kurdistana Mezin hin gumanên wî hene. Lê tevî van gumanan jî Tirkiye pêwendiyên xwe dostane digel Hewlêr dê bidomîne."

    Pispor jî di wê bîr û baweriyê de ne ku pêvajoya serxwebûnê dest pê kiriye û êdî ne mimkun e ku paş de gav were avêtin.

    Bi heman mijarî:

    Herêma Kurdistan û Îranê 2 protokol îmze kirin
    Swêd: Ya baş em bihêlin bila Kurdistan û Iraq rêya xwe ji hev cuda bikin
    Barzanî bo Tirkiyê: Kurdistan cihê bi ewle yê ku hûn dikarin pişta xwe bidinê ye
    ‘Kurdistan bibe dewlet jî Tirkiye wê bernade’
    Kurdistan li dijî peymana Bexda û Tehranê derket: Dê encamên xirab derxe holê
    Generalê Amerîkî: Kurdistan ji bo Tirkiyê û welatên din ne gef e
    Etîketan:
    Referanduma serxwebûna Kurdistanê, Dogu Ergil, Kurdistan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de