05:43 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Dêr

    Tirkiye: Keşeyê ku Trump radestkirina wî xwestibû dîsa hat girtin

    © Sputnik/ Sergey Pyatakov
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 3001

    Keşeyê bi navê Andrew Craig Brunson bi hinceta endamtiya FETOyê ku karên sixuriyê li Tirkiyê kiriye û teşebusa jiholêrakirina parlamentoya Tirkiyê û makeqanûna wê kiriye, ji nû ve hat girtin.

    Brunsonê ku li Girtîgeha Tîpa F ya bajarê Îzmîrê girtî bû, di danişîna dadgehê de ku bi rêya Platforma Deng û Dîmenan a SEGBISê beşdarî kir de, bi hincetên ‘endamtiya FETOyê, eşkerekirina agahiyên nepen ên leşkerî û siyasî, teşebusa jiholêrakirina Parlamento û hikûmeta Tirkiyê û jiholêrakirina sîstema destûrî ya Tirkiyê' hat xwestin ku ji nû ve were girtin.

    BRUNSON: MIN DI JIYANA XWE DE TI FETOYÎYEK NAS NEKIRIYE

    Keşe Brunson tohmetên li ser wî têne kirin red kirin û got, "Ez kesekî Îsayê Mesîh dihebînim. Ez oldarekî wisa me ku li gorî dêrê, quranê û bi agahiya dewletê kar dikim. Ez piştgiriyê hîç nadim ti tevgereke îslamî. Derdê min ew e ku Îsayê Mesîh vebêjim. Di jiyana xwe de min ti kesekî FETOyî nas nekiriye. Ez dixwazim bizanim, ka min li kuderê û çawa sîxurî kiriye."

    GIRTINA KEŞE BÛBÛ SEDEMA KRÎZA DÎPLOMATÎK

    Keşe Andrew Craig Brunson ê ku girêdayî cemaeta Protestan a Kilîseya Vejîn a Îzmîrê ye, bi îdiaya endamtiya FETOyê 9ê Berferanbara 2016an hatibû girtin.

    Girtina Brunson di navbera Amerîka û Tirkiyê de bûbû sedema krîzeke dîplomatîk ku Serokê Amerîkayê Donald Trump bixwe daxwaz ji Tirkiyê kiribû, keşe Brunson radestî Amerîkayê bikin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Navçeya Sûrê di bin dorpêçiya polîsan de ye
    Barzanî: Gelê Kurdistanê biryar daye ku ber serxwebûnê gavan bavêje
    Ji Zanayên Kurdistanê bo Muftiyê Iraqê: Dema qutê Kurdan hat birîn hûn li ku bûn?
    Çavuşoglu di mijarên Iraq û Sûriyeyê de bi Tillerson re hevdîtin pêk anî
    Çermespiyek ji ber kuştina çermereşan bi derziya jehrîn tê îdamkirin
    Mesrefê makyaja Macronî di nav 3 mehan de 26 hezar euro ye
    Neteweyên Yekbûyî banga rawestandina operasyona Reqayê kir
    ‘Referandûma Kurdistanê siyaseta Amerîkayê bo perçekirina herêmê ye'
    Etîketan:
    Amerîka, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de