17:52 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Rex Tillerson û Mevlut Çavuşoglu

    Çavuşoglu di mijarên Iraq û Sûriyeyê de bi Tillerson re hevdîtin pêk anî

    © REUTERS/ Ümit Bektaş
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu bi hevkarê xwe yê amerîkî Rex Tillerson re bi rêya telefonê hevdîtin pêk anî.

    Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatin bidestxistin, di hevdîtina Çavuşoglu-Tillerson de mijarên Iraq, Sûriye û Afxanistanê hatine axaftin.

    Çavuşoglu doh li Bexdayê paytexta Iraqê bi hevkarê xwe yê iraqî Îbrahîm Caferî re civîna hevpar ya çapameniyê li dar xistibû û piştre jî bi Serokomarê Iraqê Fûad Masûm, Serokwezîrê Iraqê Heyder el Îbadî, Serokê Meclîsê Selîm Cûbûrî û raydarên tirkmenan re hevdîtin pêk anîbû.

    Herwiha Çavuşoglu di serî de mijara referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê û di mijarên din de bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk anîbû.

    Bi heman mijarî:

    Dibe ku Lavrov û Çavuşoglu li Flîpînan bicivin
    Wezîrê Tirk Çavuşoglu piştî Qeterê diçe Qûweytê
    Çavuşoglu: Erdogan ji bo krîza Qetarê wê bi Trump re biaxive
    Çavuşoglu bi balyozê Îmarat û Erebistana Siûdî re krîza Qetarê nirxand
    Çavuşoglu bertek nîşanê çekdayîna Amerîkayê bo YPGê da
    Etîketan:
    hevdîtin, Rex Tillerson, Mevlut Çavuşoglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de