09:03 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Sûrê

    Navçeya Sûrê bi barîyerên polîsan hat dorpêçkirin

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 90 0 0

    Li navçeya Sûrê ya Amedê polîsan taxên Lalebey û Alipaşa ku tên xerakirin bi bariyeran dorpêç kirin. Welatiyên ku malên xwe neterikandin ragihandin ku polîs dixwazin wan bi zorê derxin.

    Li navçeya Sûrê ya Amedê bi hinceta "veguherîna bajarvaniyê" rûxandina malan bi hemû leza xwe dewam dike. Ruxandin li kolanên Lalebey û Alipaşa berdewam dike. Welatiyên li taxa Alîpaşa dimînin, li dijî rûxandinê li berxwe didin lê her roj diçe şert û mercên jiyanê giran dibe. Li gorî agahîyan li herdu kolanan nêzi 400 xanî hatîye xerakirin û bi tevahî dê hezar û 500 xanî werin xerakirin. Li kolanan car bi car ceryan û av di hate qutkirin û rojên dawî bi tevahî hate qutkirin. Li kolanan ruxandin di bin dorpêça polîsan de tê kirin.

    SÛR BI BARİYERAN HAT DORPÊÇKIRIN

    Polîsan serê sibê her du taxên ku tên xerakirin bi bariyeran dorpêç kirin. Welatiyên ku malên xwe neterikandin dibêjin ku dixwazin wan bi zorê derxin. Welatiyên her du taxên di dorpêça polîsên hêzên Çevîk û TOMA de, li dijî xirakirinê bertek nîşan didin. Welatiyên ku destûr nayê dayîn bikevin malên xwe, hewldidin di navbera hêsinên herikînên ceyran re bikevin malên xwe. Hat diyar kirin ku Walîtiya Amedê ferman daye tax bên dorpêç kirin û welatî bi zorê ji malên wan bên derxistin.

    Bi heman mijarî:

    Niştecihên Sûrê bê av û bê elektrîk in
    Dest bi xirakirina avahiyên Sûrê kirin
    Li Sûrê xerakirina avahîyan dest pê kir
    Rûxandina xaniyên Sûrê dest pê kir
    Neçarîya Welatiyên Sûrê didome
    Etîketan:
    rûxandin, avahî, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de