09:07 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Altan Tan

    Altan Tan bangî PKKê kir

    © Sputnik/ Cesim Ilhan
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 25603

    Parlamenterê HDPê Altan Tan dibêje, ji bo ku şert guncaw bibin lazim e ku PKK dest ji çekan berde. Lazim e li Suriyeyê weke Herêma Kurdistanê siyaseteke piralî bide meşandin. Ji bo kurdên li Iraqê dewlet, ji bo kurdên Sûriyeyê statu, ji bo kurdên Tirkiyeyê jî demokrasî lazim e."

    Parlementerê HDPê Altan Tan dibêje ji bo ku rewşa heyî ya li Tirkiyeyê vegere asteke asayî, divê PKKê dest ji çekan berde û li Rojava jî sîstemeke piralî damezrîne.

    Partî û aliyên siyasî yên kurd ên li Tirkiyeyê seredana Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bi nêzîkî ve dişopînin. Daxwaza partiyên siyasî yên kurd ew e ku pevajoya çareseriyê careke din were zindîkirin.

    ‘PÊWÎSTE PKK DEV JI ÇEKAN BERDE'

    Parlementerê HDPê Altan Tan dibêje ku zemînekî musaîd ji bo gotûbêjkirina meselaya kurdan lazim e û ji bo vê yekê jî pêwîste ku PKK dev ji çekan berde.

    Altan Tan ji Rûdawê re axivî û dibêje ku: "Lazim e mesele li gorî şert û mercan were ditîn û meseleya Suriyeyê were safîkirin. Ji bo ku şert guncaw bibin lazim e ku PKK dest ji çekan berde. Lazim e li Suriyê weke Herêma Kurdistana siyaseteke piralî bide meşandin. Ji bo kurdên Iraqê dewlet, ji bo kurdên Sûriyê statu, ji bo kurdên Tirkiyeyê demokrasî lazim e."

    Bi heman mijarî:

    Mihafizên Şoreşa Îslamê ya Îranê: Îran bi Tirkiyeyê re plana operasyonên li dijî PKKê nake
    Erdogan: Dibe em bi Îranê re operasyoneka hevpar li dijî PKKê pêk bînin
    Soylu: Çima zarokên 14-15 salî tevlî PKKê dibin?
    'Beşdarbûna Amerîkayê dibe beşdarbûna PKKê jî zêdetir bike'
    Li Kayserî û Edeneyê operasyon: Bi îdîaya endamtiya PKKê 21 kes hatin binçavkirin
    Etîketan:
    siyaset, çek, PKK, Rûdaw, Altan Tan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de