17:22 19 Mijdar 2017
Zindî
    Qezaya otobusê

    Wesayîta rêwiyan li ser rêya Enqereyê qeza kir: 5 mirî û bi 10an birîndar

    © AP Photo/ Italian Firfighters/ANSA
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Hat ragihandin ku wesayîta rêwiyan li ser rêya Enqere û Eskîşehîrê qeza kir, di qezayê de 5 kes mirin û bi dehan rêwî jî birîndar bûn.

    Wesayîta bi plaqeya 53 DJ 338an ku Ugur Durmaz ajovanê bû li ser rêya Enqere û Eskîşehîrê di kîlometroya 35emîn de ji rê derket û li piyê pirekê qelibî. Li gorî agahiyên destpêkê di qezayê de 5 kes mirin û bi 10an jî birîndar bûn.

    Piştî bihîstina qezayê, wesayîtên agirkuj, ambulans û tîmên tendirustî ji bo alîkariyê çûne cihê bûyerê. Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên nêzîk û rê ji ber qezaya trafîkê demekê ji çûnûhatinê re hat girtin.

    Li ciyê bûyerê xebatên alîkarî û xilaskirinê dewam dikin. Li gorî zanyariyan, hêzên ewlehî li ser ihtîmala razana ajovanê wesayîtê radiwestin.

    Bi heman mijarî:

    Li Ezezîzê qezaya trênê: 2 kesan can da
    Di qezaya trafîkê de 22 rêwî ji ber şewatê jiyana xwe ji dest dan
    Li Golbaşiyê qezaya trafikê: 4 mirî û 2 birîndar
    Li Îdirê qezaya trafîkê: "6 mirî û 20 birîndar
    Li Sineyê qezaya trafîkê rû da: 5 kes mirin
    Etîketan:
    Li Enqereyê qezaya trafîkê, Ugur Durmaz, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de