17:25 19 Mijdar 2017
Zindî
    şaredarî - Şaredariya bajarê mezin a Amedê

    9 qeyûm ji wezîfeyê hatin dûrxistin

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 133 0 0

    Hat ragihandin ku 9 qeymeqamên ku li şaredariyên DBPê wek qeyûm hatibûn tayînkirin ji wezîfê hatin dûrxistin.

    Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê, li ser giliyên ku dihatin kirin mufetiş wezîfedar kirin û piştî raporta mufetişan 9 qeymeqamê ku li şûna şaredarên DBPê hatibûn tayînkirin ji wezîfê hatin dûrxistin.

    Wezareta Navxweyî bi ‘Biryarnameya Havînê ya Amirên Îdareya Milkî' biryarnameyek belav kir û li gorî wê Qeyûmê Cizîrê Ahmet Adanur, Qeyûmê Kayapinara Amedê Mustafa Kiliç, Qeyûmê Yenişehira Amedê Mehmet Ozel, Qeyûmê Melezgirtê Soner Kirli, Qeyûmê Muradiya Wanê Fatih Çelikel, Qeyûmê Miksa Wanê Serhat Karabektaş, Qeyûmê Çelêya Colemêrgê Metmet Mut, Qeyûmê Şemzînana Colemêrgê Muhammet Fuat Turkman û Qeyûmê Karakoçana Elezîzê Cemil Sarioglu ji wezîfê hatin dûrxistin.

    Bi heman mijarî:

    Qeyûm 84 karker ji kar derxistin
    Qeyûm li ser gorên ermeniyan û xirebajêr avdestxane çêkir
    Nûçeya derheqê qeyûm de bû sedema lêpirsinê
    Li Sêrtê êriş li qeyûm hat kirin
    Qeyûm navê rêya Îsmaîl Beşîkçî guherand
    Qeyûm pirtûkxane girt
    Etîketan:
    Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê 9 qeyûm ji wezîfeyê dûrxistin, Wan, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de