22:56 20 Îlon 2017
Zindî
    Heyeta HDP û CHPê

    Di navbera HDP û CHPê de krîza vexwendinê

    © Foto: HDP Basın Merkezi
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 145 0 0

    CHPê ji bo Kurultaya Edalet a li Çanakkaleyê ji hinek HDPeyiyan re vexwendname şand. HDPê ji bo vexwendname li ser navê kesan hat şandin bertek nîşanî CHPê dan û ragihanidn ku ew tevlî kurultayê nabin.

    Vexwendvanên HDPeyî ji bo ku wek partî vexwendname vernegirtin biryar dan ku tevlî Kurultaya Edaletê ya CHP ku li Çanakkaleyê organîze dike nebin.

    Li gorî nûçeya Nergis Demirkayaya malpera Duvarê, rêvebirên HDPeyî sedema tevlînebûna kurultayê wiha şîrovekirin: "Ji bo Kurultaya Edaletê tu vexwendnameyek ji HDPê re nehat. Endamekî me yê Meclisa Partiyê û 2 parlamenterên me wekî axaftvan hatin vexwendin. Dema ku ev endamên me hat vexwendin jî gotin em şexsan ne partiyan vedixwînin kurultayê. Me ev mijar di rêvebiriya partiyê de nirxand û ji bo ku vexwendname ne ji partiyê re hatiye ev endamên me jî dê tevlî kurultayê nebin."

    Ji aliyê din ve rêvebirên CHPê jî ji bo mijarê ragihand ku me vexwendname ji ti partî û saziyan re neşandiye, her kes wek şexs hat vexwendin.

    Bi heman mijarî:

    CHP û HDP dê îtîrazê li 2 milyon û nîvê dengan bike
    AKP, CHP, HDP û MHPê li Parlamenê êrîşa Îzmîrê şermezar kir
    Joe Biden bi parlamenterên HDP, CHP û AKPê re civiya
    ‘Pêkan e HDP û CHP tifaq pêk bînin'
    Etîketan:
    Kurultaya Edaletê, CHP, HDP, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de