08:20 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    ‘Nexweşiyeke Erdogan heye'

    © AP Photo/ Emrah Gurel
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 60430

    Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di axaftina xwe de ragihand ku nexweşiyeke Serokomar Erdogan heye ew jî ‘Ey kiliçdaroglu' ye, divê ji vê rizgar bibe.

    Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di axaftina xwe ya weşana zindî ya televîzyona NTVyê de got: "Nexweşiyeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan heye ew jî ‘Ey kiliçdaroglu' ye, divê ji vê rizgar bibe."

    Kemal Kiliçdaroglu di axaftina xwe de got: "Di rastiyê de Erdogan însanekî pir eceb e. Zaefeke wî heye ew jî Kiliçdaroglu ye. Li cihekî civîn çêdibe, ‘Ey Kiliçdaroglu', rojnamevanek pirse dike ‘Ey kiliçdaroglu…'. Divê ji vê nexweşiyê rizgar bibe. Heke li vî welatî demokrasi hebe ez ê hebim, lê ku demokrasi tunebe ez nikarim tiştekî bêjim."

    ‘HEKE Tİ NE TİRSONEK Û BÊZİRAV BE DEKEVE PÊŞBERÎ MİN'

    Kiliçdaroglu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Her tiştê ku dibêjim bersiva wê dide, lê dîsa jî ne gilîkerê wî me. Heke Erdogan xeber nede navê min di medyaya hawiz de cih nagre. Yên ku wan rojnameyan dixwînin dibînin bê Kiliçdaroglu çi qas mafdar e. Ey Erdogan heke ti ne tirsonek û bêzirav be derkeve pêşberî min. Em wekî du însana biaxivin."

    Bi heman mijarî:

    Erdogan ji ber alîkariya Amerîka ya bo YPGê bertek nîşanî Mattis da
    Wezîrê ewropî: Erdogan wekî dîktatoran tevdigere
    Ji Erdogan daxuyaniya Efrînê: Bedela wê çi dibe bila bibe em ê mudaxele bikin
    Wezîrên alman: Erdogan ji bo Almanyayê talûke ye
    ‘Piştî nîqaşa min û Erdogan hinekan jina min tehdît kir'
    Etîketan:
    Serokê Giştî yê CHPê, Serokomarê Tirkiyeyê, Kemal Kiliçdaroglu, Recep Tayyip Erdoqan, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de