19:29 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Osman Baydemir

    Baydemîr: HDP bê şert piştgiriya referanduma serxwebûna Kurdistanê dike

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 98 0 0

    Berdevk û Parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemir di axaftina xwe de ragihand ku HDP bê şert û merc piştgiriya referanduma serxwebûna Kurdistanê dike.

    Osman Baydemîr di axaftina xwe de ragihand ku Îran û Tirkiye dixwazin rihê peymana Skyes —Pîcot berdewam bikin û divê hemû kurd li hemberî vê yekrêziya xwe xurt bikin. HDP bê şert û merc piştevaniya referanduma serxwebûna Kurdistanê dike.

    Osman Baydemîr di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li Rojhilata Navîn siyaseta dijmintiya kurdan têk çûye û dijberiya daxwazên kurdan, tê wateya dijberiya demokrasî, dad û wijdanê û kesê mafê kurdan nas neke, xwedê jî nas nake. Enqere, Şam, Bexda û Tehran hember daxwaz û dewleta kurdan heman nerazîbûnê nîşan didin û ev jî nîşan dide ku bo wan mijara "Kurdê baş, Kurdê Xerab" nîne, kurdên ku azadî û mafên xwe dixwazin bo wan metirsî ne. Ji ber vê yekê pêwîste kurd yekîtiya xwe xurt bikin."

    Parlamenterê HDPê Baydemîr di dirêjiya axaftina xwe de got: "Erkê yekemîn hevpeymana nîştimanî ye. Li gorî mercên perçeyan dibe ku siyaset cuda bibe û ew wek HDP bê şert û merc îradeya gelê Herêma Kurdistanê qebûl dikin, rêz digrin bo cîbicîkirinê jî çi ji destê wan tê dê bikin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Baydemîr: Darbeya ku li HDPê hatiye kirin berdewam dike
    Osman Baydemîr: Deriyê me ji tifaqên nû re vekirî ye
    Baydemîr: Dê encama we wek ê Sadam be
    Baydemîr: Darbeya li dijî HDP ji aliyê hersê partiyên meclîsê ve pêk hat
    Baydemîr: Serkeftina Kurdan di yekîtiyê de ye
    Etîketan:
    Referanduma serxwebûna Kurdistanê, Berdevkê HDPê, Osman Baydemir, Kurdistan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de