08:14 19 Cotmeh 2017
Zindî
    YNK

    Tirkiye nûnerê YNKê Behroz Gelalî ji Enqereyê qewirand

    © Foto: www.pukpb.org
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 120 0 0

    Hat ragihandin ku hikûmeta Tirkiyeyê nûnerê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) yê li Enqereyê Behroz Gelalî ji welatê xwe qewirand.

    Li gorî nûçeya malpera Rûdawê ku dispêrê medyaya nêzîkî YNKê, nûnerê YNKê li Tirkiyê Behroz Gelalî ji ber pirsgirêkên ku di navbera YNKê û Tirkiyê de hene, ji Tirkiyeyê hatiye qewirandin. YNKê bi fermî hê li ser mijarê ti daxuyanî nedaye. Herwiha medyayên ser bi vê partiyê ve jî zelal nekirine ku çi pirsgirêk di navbera YNKê û Tirkiyê de hene.

    Behroz Gelalî û malbata wî êvara 23ê Tebaxê ji Enqereyê derketin û gihîştin bajarê Silêmaniyê. Ev yek di demekê de ye ku Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bi serdaneke fermî gihîşt Herêma Kurdistanê û li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk anî.

    Aliyên pêwnedîdar ên Tirkiyê heta niha derbarê vê mijarê de ti daxuyanî û zelalkirinek nedane.

    Bi heman mijarî:

    YNK: Ti kes azadî û serxwebûnê di tepsiya zêrîn de pêşkêş nake
    PDK û YNK bo aktîvkirina parlamentoyê li hev civiyan
    PDK û YNK ji bo çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê dicivin
    YNK: Me ji Îranê re got ku referandûm pêşeroja me ye
    YNK û Goran ji bo referandumê û aktîvkirina parlamnetoyê civiyan
    Etîketan:
    Nûnerê YNKê li Enqereyê, Behroz Gelalî, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de