08:42 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan - Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê James Mattis

    Erdogan ji ber alîkariya Amerîka ya bo YPGê bertek nîşanî Mattis da

    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10003

    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di hevdîtina digel Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê James Mattis de, aciziya xwe ya bo alîkariyên Amerîkayê bo YPGê anî ziman û yekparçebûna Iraq û Sûriyê xwest.

    Li gor jêderên Serokomariya Tirkiyê di hevdîtina îro 23yê Tebaxê de, Erdogan û Mattis li ser mijarên dualî, herêmî û têkoşîna dijî DAIŞ û PKKê rawestiyan.

    Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de Erdogan aciziya xwe ya alîkariyên bo YPGê ji Mattis re aniye ziman û daxwaza parastina yekbûna xaka Sûriye û Iraqê kiriye.

    ERDOGAN JI MATTIS XWEST PIŞTGIRIYÊ BIDIN HERÊMÊN EWLE

    Herwiha hat zanîn ku Erdogan ji Mattis re diyar kiriye, pêwîst e deverên ku DAIŞ jê were derxistin ji aliyê gelê herêmê ve were birêvebirin û daxwaz kiriye, Amerîka piştgiriyê bide avakirina herêmên bêşer ên li Sûriyê ku bi garantoriya Tirkiye, Rûsya û Îranê têne avakirin.

    Li aliyê din di hevdîtinê de, li ser têkoşîna hevpar bi hebûna PKKê ya li Qendîl û Şingalê re, hevkariya di warê sanayiya parastinê de û li ser şirîkatiya Tirkiye û Amerîkayê û berdewama hevpeymanîbûna NATOyê hatiye rawestin.

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Navenda çavderiyên bo herêmên kêmkirina rageşiyan dest bi xebatên xwe kir
    Tirkiye: Ji bo derxistina PKKê ji Iraqê em amade ne bi Iraqê re kar bikin
    Netenyahu li gel Pûtîn gazin ji Îranê kir
    Balafirên Erebistanê li oteleke xistin: 60 kuştî
    Wezîrê ewropî: Erdogan wekî dîktatoran tevdigere
    Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê çû Tirkiyeyê
    ‘Tirkiye amadekariya Rêveberiya Xweser dike'
    Etîketan:
    Amerîkayê, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de