00:47 21 Cotmeh 2017
Zindî
    PKK

    Tirkiye: Ji bo derxistina PKKê ji Iraqê em amade ne bi Iraqê re kar bikin

    Sputnik
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 4501

    Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu li Bexdayê li gel Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceferî hevdîtinek pêk anî û piştî hevdîtinê di civîna çapameniyê de Çavuşoglu ragihand ku ji bo derxistina PKKê ji Iraqê çi ji desten wan werê dê bikin.

    Çavuşoglu derbarê hebûna leşkerên tirk ên li Başîkê de got: "Em ê bi hevre li ser mijara vekişandina leşkeran biryarê bidin. Di vê mijarê de nûnerên taybet danûstandinan dikin. Kesên li wir hatine perwerdekirina zarokên iraqî ne û di operasyona Mûsilê de rol lîstin. Wan di dema operasyonê de 700 DAIŞî ji nav birin."

    Çavuşoglu diyar kir, ku wan di tekoşîna li dijî DAIŞê de piştgirî daye Iraqê û dê ev pişrgiriya wan ji vi rû pêve jî berdewam bike.

    Wezîrê Derve yê Tirkiyê herwiha di axaftina xwe de behsa PKKê jî kir û da xuyakirin ku, "Ji bo derxistina PKKê ji Iraqê em ê bi hevre kar bikin. Ji bo vê em ê hemû alîkariyê bidin hêzên Iraqê."

    Bi heman mijarî:

    Mihafizên Şoreşa Îslamê ya Îranê: Îran bi Tirkiyeyê re plana operasyonên li dijî PKKê nake
    Erdogan: Dibe em bi Îranê re operasyoneka hevpar li dijî PKKê pêk bînin
    Soylu: Çima zarokên 14-15 salî tevlî PKKê dibin?
    'Beşdarbûna Amerîkayê dibe beşdarbûna PKKê jî zêdetir bike'
    Li Kayserî û Edeneyê operasyon: Bi îdîaya endamtiya PKKê 21 kes hatin binçavkirin
    Etîketan:
    DAIŞ, PKK, Mevlut Çavuşoglu, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de