21:47 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş

    ‘Kes darizandina Demirtaş naxwaze bike'

    © AP Photo/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 5230

    Dosya Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş ku di 3ê Mijdara 2016an de hatibû girtin, ji ber nelihevkirina dadgehan mal li holê. Parêzerê Demirtaş, Mahsuni Karaman ragihand ku, Kes darizandina Demirtaş naxwaze bike. Lewre webala wê giran e."

    Daxwaza ku dixwestin dosyeya Demirtaş bi dosyeya kuştina Yasin Boru û 3 hevalên wî ya li Dadgeha Cezayê Giran a 2emîn a Enqereyê ye bibe yek nehatibû cih, Dadgeha Cezayê Giran a 19emîn a Enqereyê biryar da ku dosyeyan bike yek. Nelihevkirina di navbera dadgehan de çû Dadgeha Adliyeyê ya Herêmê ya Enqereyê.

    Dadgeha Cezayê Giran a 2emîn a Enqereyê diyar kir, nabe ku Demirtaş ji wan çalakiyan berpirsyar be.

    PARÊZER KARAMAN: WÊ BERPIRSYARIYA WÊ GIRAN BE!

    Parêzerê Demirtaş Mahsuni Karaman got: "Kes naxwaze Demirtaş bidarizîne. Ji ber ku berpirsyariya wê giran e. Ji ber ku îddîa û sûcdariyên di dosyeyan de ne rast in û dadgeh naxwazin van dosyeyan bidarizînin."

    Karaman diyar kir ku Demirtaş naxwaze bi rêya SEGBÎSê beşdarî rûniştinan bibe û dixwaze ew biçe dadgehan û got: "Heke bixwazin di rûniştinan de destê wî têxin kelepçeyan, wî ji xwe diyar kiribû ku wê neçe rûniştinan."

    Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş ji xeynî dozên ku ji ber wê girtî ye, ji 21 dozan tê darizandin.

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş banga beşdariya ‘Kongreya Edaletê’ ya CHPê kir
    "Ey Erdogan rabe ji Demirtaş lêborîne bixwaze û di şer de îsrar neke"
    Demirtaş bersiv da pirsa gelo hûn ê çi wext bên berdan?
    Demirtaş kuştina mamoste Necmettin şermezar kir: Nahletê li wan tînim
    Demirtaş rêjeya dengê partiya xwe eşkere kir
    Demirtaş: Ez dixwazim bi rêya telekonferansê beşdarî civîna partiya xwe bibim
    Etîketan:
    linehevkirin, doz, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de