09:55 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Idlib Xan Şêxûn Sûriye

    ‘Tirkiye amadekariya Rêveberiya Xweser dike'

    Ammar Abdullah
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 15305

    Li gor medyayên Tirkiyeyê, Enqere naxwaze şer li bajarê Idlibê ya bakurê rojavayê Sûriyê derkeve û amadekariya damezrandina rêveberiyeke xweser li bajar dike.

    Rojnameya Yeni Şafakê ku li Tirkiyeyê weşanê dike, ragihand ku hin welatên mezin di bin navê şerê terorê de amadekariya operasyoneke leşkerî li Îdlîbê dikin.

    'TIRKIYE PÊŞNIYAREK BO RÊVEBIRINA ÎDLÎBÊ PÊŞNIYAR KIR'

    Li gorî ragihandina wê rojnameyê, Enqere jî di wê metirsiyê de ye ku ev operasyona hevbeş li ser mezintirîn pêgeha dijberiyê, dikeve berjewendiya rêjîma Sûriyeyê. Ji ber vê yeke Enqerê pêşniyarek ji bo avakirina desteyeke xwecihî bo rêvebirina Îdlibê û nehêtina koma "Heyat Tahrîr El-Şam" amade kiriye.

    Li gor rojnameyê, hin aliyên fermî li Enqerê ligel Dijberiya Sûriyê di pêwendiyê de ne ji bo cibicîkirina vê proseyê, ku derketina çekdaran lixwe digire. Herwiha damezrandina hêzeke polîsan ji bo parastina ewlehiya bajêr û ya herî girîng derxistina koma Heyat Tahrîr El-Şamê, ya wek Eniya El-Nusrayê tê naskirin e.

    Heyat Tahrîr El-Şam ji aliyê Fetih El-Şam (Eniya El-Nusra) û hin komên din ên muxalîfan pêk hatiye. Beriya niha Tahrîr El-Şam hin herêmên Îdlîbê kontrol kiribû.

    Artêşa Tirkiyê nêzîkî du mehan e dibêje ew amadekariya destpêkirina operasyoneke leşkerî li dijî PYD û YPGê li Efrînê bikin û ji wê demê ve ligel komên çekdar ên li bajarê Ezazê ya li rojavayê Efrînê, herêma Efrînê û devera Şehbayê ve topbaran dikin.

    Hin şopîner jî amaje bi wê yekê dikin, Tirkiye hewla gihandina devera operasyona Mertala Firatê bo parêzgeha Idlibê dike.

    Bi heman mijarî:

    Di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de pireke nû ava dibe
    Kurz: Em li hember kirinên Tirkiye û Erebistana Siûdî bêdeng namînin
    ‘Tirkiye û Amerîka li dijî beşdarbûna me di operasyona Teleferê de derketin’
    Washîngton Post: Dibe Tirkiye têkeve kaosê
    Artêşa Tirkiye û ASA herêma Şehba û Efrînê dide ber top û hawanan
    Etîketan:
    xweserî, rêveberî, Rojnameya Yeni Şafakê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de