12:26 20 Mijdar 2017
Zindî
    Tirkiye - alîgirên Erdoganî

    Namzedekî din ê Serokomariya Tirkiyeyê eşkere bû

    © REUTERS/ YAGIZ KARAHAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 9710

    Parlamenterê berê Koray Aydin ku ji MHPê hatibû îxraçkirin wê di partiya nû ya Meral Akşener de cih bigre. Aydin, ji bo serokomariya 2019an jî namzed diyar kir.

    Koray Aydin bû mêvanê televîzyona FOX TVyê û bersiva pirsên Îsmaîl Kuçukkaya dan. Aydin di axaftina xwe de got: "Namzeda me ji bo hilbijartinên serokomarê ya 2019an Meral Akşener e."

    Aydin di berdewamiya axaftina xwe de got: "Heta niha di ti anketên ku navê Recep Tayyip Erdogan û Meral Akşener derbas dibe de Erdogan yekemîn derneketiye."

    Koray Aydin duhî civîneke çapemenî li dar xistibû û ragihandibû ku ew jî wê di partiya nû ya Meral Akşener de cih bigre.

    Bi heman mijarî:

    Ji Erdogan daxuyaniya Efrînê: Bedela wê çi dibe bila bibe em ê mudaxele bikin
    Wezîrên alman: Erdogan ji bo Almanyayê talûke ye
    ‘Piştî nîqaşa min û Erdogan hinekan jina min tehdît kir'
    Li Almanyayê banga mueyîdeyan li ser malbata Erdogan pêk bînin hat kirin
    Erdogan: Em nahêlin dewleteke kurdî bê avakirin
    Etîketan:
    Namzedên serokomariyê, AKP, MHP, Meral Akşener, Koray Aydin, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de