14:53 18 Mijdar 2017
Zindî
    Recep Tayyîp Erdogan

    Ji Erdogan daxuyaniya Efrînê: Bedela wê çi dibe bila bibe em ê mudaxele bikin

    © AFP 2017/ Yasin Bulbul/Presidential Press Service
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 18003

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di vegera xwe ya ji Urdinê de ji rojnamevanan re got: "Li bakurê Sûriyeyê em destûra korîdoreke ku bigihîje Deryaya Spî nadin, heke ihtîmaleke wiha bibe em ê çavê xwe tarî bikin.

    Li gorî nûçeya Hande Firata Hurriyetê, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di vegera xwe ya ji Urdinê de bersivên rojnamevanan da û got: "Li bakurê Sûriyeyê em destûra korîdoreke terorê ku bigihîje Deryaya Spî nadin, heke ihtîmaleke wiha bibe em ê çavê xwe tarî bikin û mudaxele bikin.

    Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di serdana Sererkanê Giştî yê Îranê Muhammed Bakirî de jî me ev mesele nirxand. Ji bo me halê hazir mijara Efrînê heye û girîng e. Efrîn projeya PYDê ya gihandina Deryaya Spî ye. Tim me ev got, li bakurê Sûriyeyê em destûra korîdoreke terorê ku bigihîje Deryaya Spî nakin. Em ê çavên xwe tarî bikin û bedela wê çi dibe bila bibe mudaxele dikin."

    Serokomar di dirêjiya axaftina xwe de got: "Bînin bîra xwe operasyona Mirtalê Firadê jî ji bo vê hat kirin. Di mijara Efrînê de jî helwesta me yek e. Ez naxwazim behsa hurgiliyan bikim, niha her tişt wekî plan û daxwazên me dimeşe."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Wezîrên alman: Erdogan ji bo Almanyayê talûke ye
    ‘Piştî nîqaşa min û Erdogan hinekan jina min tehdît kir'
    Li Almanyayê banga mueyîdeyan li ser malbata Erdogan pêk bînin hat kirin
    Erdogan: Em nahêlin dewleteke kurdî bê avakirin
    'Erdogan pîvan derbas kirin'
    Etîketan:
    Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdoqan, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de