23:45 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Heiko Maas, Angela Merkel ve Sigmar Gabriel

    Wezîrên alman: Erdogan ji bo Almanyayê talûke ye

    © AFP 2017/ ODD ANDERSEN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 7830

    Wezîrê Derve Gabrîel û Wezîrê Dadê yê Almanyayê Maas ragihandin ku Serokomar Erdogan ji bo çanda demokrasi ya Ewropayê talûkeyeke mezin e.

    Li gorî nûçeya DW Tirkî, Wezîrê Derve û Cîgîrê Serokwezîr Sigmar Gabrîel û Wezîrê Dadê yê Almanyayê Heiko Maas ji bo malpera înternetê ya Der Spiegelê meqaleyekî bi navê ‘Li Almanyayê cih ji şerê çandî yê Erdogan re tuneye' nivîsandin.

    Her du wezîrên ji Partiya Demokrat a Civakî (SPD) di meqaleyê xwe de ragihandin ku her çiqas Serokokmar Recep Tayyip Erdogan radîkal dibe camî û komeleyên tirkan li Almanyayê ku bi dewleta tirk ve girêdayî ne rota xwe diguherînin. Erdogan kesê ku li dijî wî derdikevin an bi bêwijdanî an jî bi xayîntî bi nav dike. Ev tablo ji bo çanda demokratîk a Almanyayê talûke ye.

    Wezîran di dirêjiya nivîsa xwe de gotin: "Misilmanên ku li Almanyayê dijîn divê nekevin bin bandora Serokomar Erdogan. Televîzyon û çapemeniya dewleta tirk ji rastiyê dûr, agahiyên şaş digihînin tirkên li Almanyayê dijîn.

    Bi heman mijarî:

    Almanya: Hişyariyê me yên li dijî Tirkiyeyê bandora xwe nişan dide
    Almanya: Divê YEyê fişara malî li Tirkiyeyê bike
    Almanya ji mueyîdeyên DYA yên li hember Rûsyayê bi endîşe ye
    Almanya: Erdogan, qumarê bi têkiliyên sedsalane yên Tirkiye û Almanyayê dike
    Serokomarê Almanya: Kesên ku bi salan Erdogan re xebitîn an girtîne an jî nikarin biaxivin
    Etîketan:
    Serokomarê Tirkiyeyê, Wezîrê Derve û Cîgîrê Serokwezîrê Almanyayê, Recep Tayyip Erdogan, Heiko Maas, Sigmar Gabriel, Tirkiye, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de