09:41 24 Îlon 2017
Zindî
    Dadger û Dozger

    Dadwerê ku tayîna wî derketibû Amedê bi mirîtî hat dîtin

    © Foto: Public Domain
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 35 0 0

    Dadwerê Tirk Mustafa Yilmaz ku tayîna wî ji bo Amedê derketibû, li mala xwe ya Stenbolê bi mirîtî hat dîtin.

    Li gor nûçeya Sabahê belav kiriye, ji şeva borî ve ti agahî ji dadwer Yilmaz nedihat wergirtin û dema bi ser mala wî ya li Lojmanên Dozger û Dadweran a Atakoya Stenbolê ve bûn jî rastî termê wî hatin.

    Hat zanîn ku demek berê tayîna dadwer Mustafa Yilmaz derketiya Diyarbekerî û bi dawîbûna betlaneya edlî re wê dest bi karê xwe yê nû bikira.

    Li ser maseya mala Yilmazê ku dadwerê Dadgeha Asliye Ceza yê Stenbolê bû, hinek çîkolat û xwarin hatiye dîtin.

    Ji bo diyarkirina sedema mirina wî ermê dadwerê tirk ji bo otopsîyê rakirin tiba edlî ya Stenbolê.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Civîna Barzanî û Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê dest pê kir
    Balafirên koalîsyonê li sivîlan xist: 78 mirî
    Danasîna berhemên nû yên şîrketa Kalaşnîkov ya Forûma "Artêş-2017"
    Muslim: Em rêzê li referandûma Kurdistanê digirin
    Erdogan: Em nahêlin dewleteke kurdî bê avakirin
    Barzanî: Bexda hemû pereyên xwe li dijî kurdan bikar tîne
    Kurz: Em li hember kirinên Tirkiye û Erebistana Siûdî bêdeng namînin
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de