23:03 20 Îlon 2017
Zindî
    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan

    Erdogan: Em nahêlin dewleteke kurdî bê avakirin

    © REUTERS/ Yasin Bulbul/Presidential Palace
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 13005

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku, "rê nadin li bakûrê Sûriyê PYD û YPG qaşo dewletekî ava bikin. Ez bawer dikim ku birayên min ên kurd jî dê destûrê nedin li bakûrê Sûriyê û başûrê Tirkiyê dewleteke wiha were damezrandin."

    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Enqerê di 39emîn civîna mixtaran de axivî û mijarên di rojevê de nirxand.

    Erdogan got: "Me rê nedaye li bakûrê Sûriyê PYD û YPG qaşo dewletekî ava bikin û dê rê nadin jî. Hinek dibêjin ‘dewleta kurdî'. Ez vê yekê ji bo birayên xwe yên kurd weke heqeret û sivikatî dibînim.. Ez bawer dikim, ku birayên min ên kurd jî dê destûrê nedin li bakûrê Sûriyê û başûrê Tirkiyey dewleteke wiha were damezrandin."

    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan
    © REUTERS/ Yasin Bulbul/Presidential Palace
    'DIXWESTIN KORÎDOREKE VEKIN, LÊ BIBORIN'

    Recep Tayyip Erdogan balkişande ser korîdaro ku rêveberiya Rojava dixwaze di navbera Efrîn û Kobanî de veke û da xuyakirin: "Dixwestin li bakûrê Sûriyê korîdorekî vekin û xwe bigihînin Derya Spî. Lê bila biborin. Me li Cûdî, Tendurek, Qendîl û Gabarê çi kiribe, heman tiştan emê careke din bikin."

    Serokomarê Tirkiyê Erdogan amaje bi PKKê kir û anî ziman ku di dema hilbijartinan de gefan li mixtaran dixwin û dibêjin, "eger ji vî gundî ji bilî me ji partiyeke din re deng derkevin bizanibin ku hûnê bên kuştin".

    Bi heman mijarî:

    'Erdogan bêbextiyan dike'
    Ji berdevkê Erdogan daxuyaniyeke girîng a referanduma Kurdistanê
    Erdogan bi Serfermandarê Îranê re hevdîtin pêk anî
    Hedefa Erdogan a pêşî eşkere bû
    Erdogan bo Kiliçdaroglu: Avê şêlo neke
    Etîketan:
    dewlet, kurdî, YPG, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de