22:55 20 Îlon 2017
Zindî
    Mevlut Çavuşoglu

    Wezîrê Derve yê Tirkiyê sibe serdana Bexda û Hewlêrê dike

    © REUTERS/ Yiannis Kourtoglou
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 3601

    Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu 22yê Tebaxê serdana Iraqê dike. Hat zanîn ku dê Çavuşoglu li Bexda û Hewlêrê hevdîtinan bike.

    Çavkaniyên Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihandin ku dê Çavuşoglu 22yê mehê serdana Iraqê û Herêma Kurdistanê bike.

    Hat diyarkirin ku dê Çavuşoglu li Bexdayê bi Serokomar Fûad Masûm, Serokwezîr Heyder Ebadî, Serokê Encûmena Nûneran Selîm Cuburî û Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî re hevdîtinan bike.

    ÇAVUŞOGLU BI BARZANÎ RE DICIVE

    Herwiha wezîrê tirk piştî Bexdayê derbasî Herêma Kurdistanê dibe û li wir jî tê çaverêkirin bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û nûnerên Tirkmenên Iraqê re bicive.

    Hat zanîn ku dê wezîrê tirk nêrîna Tirkiyê ya derbarê referandûma serxwebûnê ya 25ê Îlonê jî di vê serdanê de bi Rêveberîya Herêma Kurdistanê re parve bike.

    Dîsa li gor medya Tirkiyê, tê çaverêkirin Çavuşoglu metirsiyên Tirkiyê yên derbarê terorê de werîne rojevê û pêşniyarên bo çareseriyê pêşkeşî karbidestên Iraqê û Kurdistanê bike.

    Bi heman mijarî:

    Navgîneke ragihandinê ya nifşa nû dikeve xizmeta artêşa Rûsyayê
    Li Pasûra Amedê operasyon û şewat: Ji 4 gundîyan agahî nîne
    Rojgirtina herî mezin a dîrokê pêk tê
    Gumanbarê yekem ê êrîşa Barcelonayê Ebu Yakup hat kuştin
    Opozîsyona Sûriyê li Riyadê dicive: Dahatuya Esad di rojevê de ye
    Yekem serokwezîrê Kosovayê li Stenbolê can da
    Etîketan:
    Kurdistan, Iraq, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de