14:55 18 Mijdar 2017
Zindî
    amed-operasyon-pasûr-leşker-şer-pevçûn-çiya-şewat

    Li Pasûra Amedê operasyon û şewat: Ji 4 gundîyan agahî nîne

    © Sputnik/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 158 0 0

    Li çiyayên navçeya Pasûra Amedê şewat derket. Gundîyan îdia kir, leşkerên ku derketine operasyonê daristan dane ber agir. Her wiha ji 4 gundîyên agahî nayê girtin.

    Li çiyayên navçeya Pasûra Amedê şewat derket. Li gorî idiaya gundîyan din ava rojê de leşker derketine operasyonê û daristan dane ber agir.

    Herwiha şewat heta niha jî li gundê Eskarê berdewam dike.

    Gundî dibêjin ku wan agahî dane rayedaran lê qeymeyam destûra xebata vemirandinê nedaye.

    Gundîyan anî ziman ku di rewşeke xeter de ne û xwestin, ji bo şewatê alîkarî bê kirin.

    Gundîyan ragihand ku ji gundiyên ku li mezreya Dêre dimînin yên bi navê Harbi Ertokuş, Medine Ertokuş, Kahraman Erdemci û Nesîme Kahraman agahî nagirin û ji rewşa wan bi fikar in.

    Bi heman mijarî:

    Rojgirtina herî mezin a dîrokê pêk tê
    Gumanbarê yekem ê êrîşa Barcelonayê Ebu Yakup hat kuştin
    Yekem serokwezîrê Kosovayê li Stenbolê can da
    ‘Têkiliyên Rûsya û Tirkiyê ber bi entegrasyonê ve diçin’
    Rûsyayê deynê xwe yê dawî yê ji Sovyetê mabû da
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de