23:45 23 Cotmeh 2017
Zindî
    An MQ-1 Predator

    Li Rihayê NHBya Amerîkayê ket

    US Air Force
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 26 0 0

    Li Rihayê balafireke bêmirov (Navgîna Hewayî ya Bêmirov – NHB) li nav erdên garis ket.

    Hat ragihandin, balafira bêmirov li ser erda garis a nêzîkî gundê Yolbilen ê navçeya Wêranşar a Rihayê ketiye û cenderme gihîştine cihê bûyerê.

    NHB LI NAV ERDÊN GARIS KET

    Li gor nûçeya medya tirk xwediyê erda garis Xidir Uçagaç piştî bûyera ketina NHByê birin navenda fermandariya cendermeyan a Wêranşarê.
    Uçagaç li ser ketina NHByê got, ‘Li hûndir bûm, çawa ku deng hat derketim û min dît ku NHB li nav erda garis ketiye.'

    Gundiyekî din bi navê Ahmet Uçagaç jî da xuyakirin, dema wan dengekî bihêz bihîstiye derketine nav erdan û rastî enqaza NHByê hatine.

    Uçagaç da zanîn, "Deng derdixist, sînyal didan. Pêşî em tirsiyan û piştre jî me cenderme agahdar kirin. Hatin lêkolîn li ser kirin."

    KETINA NHBYA AMERÎKÎ HAT PIŞTRASTKIRIN

    Li ser rûpela fermî ya Baregeha Leşkerî ya Încîrlik a Edeneyê jî li ser ketina NHBê wiha hat gotin: "Navgîna Hewayî ya Bêmirov a bi cureya MQ-1 Predator ku ayîdê

    Hêzên Hewayî ya Amerîkayê ye îro li dor demjimêr 11:50 li herêma başûrê rojhilatê Tirkiyê ketiye. Sedema qezayê nayê zanîn."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Dîmenên jiyana rojane li Iraqê
    ENKS li ber avahiya NY ya Qamişlo xwepêşandanê li dar dixe
    Operasyona daxistina leşkerî ya Artêşa Sûriyeyê
    ‘Dibe sibê şer derkeve lê haya Artêşa Amerîkayê jê tine ye'
    Rûsya: Artêşa Sûriyeyê ji 3 milan ve ber bi Dêra Zorê ve diçin
    'Bi salan e li min guhdarî kirine'
    Erebîstana Siûdî: Serxwebûn mafê rewa yê Kurdistanê ye
    Etîketan:
    NHB, Predator, Amerîka, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de