17:54 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Sezgin Tanrikulu

    'Bi salan e li min guhdarî kirine'

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 94 0 0

    Parlamanterê CHPê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu ragihand ku bi awayekî bêhiquqî bi salan hatîye guhdar kirin. Tanrikulu got "Dozger û dadgerên ku ev biryar dane niha ji doza FETOyê hatine ixraç kirin an jî hatine girtin û bangî gelê li Tirkiyeyê kir û ev pirsî kir: Dewleta raconê an dewleta hiquqê? Komara raconê an komara demokratik?"

    Parlamanterê CHPê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu têkildarî fezlekeya ku di meha Avrêlê de di derheqê wî de hatîye amade kirin de axivî. Tanrikulu anî ziman ku fezleke doh ji bo bişînin parlamantoyê şandine Wezarata Dadê û ew ji çapemeniyê hînbuye. Tanrikilu diyarkir ku bi mehane ew û parêzerê xwe dixwazin xwe bigihînin dosyeyê lê dosye 2 roj berê gihiştîye wan û naveroka wê doh hînbune. Tanrikulu têkildarî naveroka dosyeyê de wiha axivî: "Mi naveroka fezlekeye xwend û ez matmayî mam. Heger tiştek wiha bêhiquqî li parlamanterekî tê kirin ez dikarim bibêjim ku ewlehîya hiquqê ya welatiyên Tirkiyeyê qet tune ye. Tirkiye di dema AKPê de ji dewleta hiquqê dûr ketîye û ewlehîya can û mal yê gele Tirkiyeyê tune ye."

    ‘BI SALAN E LI MIN GUHDARÎ KIRINE'

    Tanrikulu ragihand ku di dema parlamanteriya wî de dadgehê di derheqê wî de biryara guhdarkirinê daye û bi sala ne tê guhdarkirin. Tanrikulu wiha berdewam kir: "Dema parlamanteriyê de, parêzbendîya parlamanteran heye û nikarin di derheqê wan de doz were vekirin û di derheqê wan de biryara guhdarkirinê nikarin bidin. Lê di derheqê min de biryara guhdarkirinê ji sala 2010an de destpêkirîye û berdewam kirîye. Mail û telefonên mi tev hatine guhdarkirin û ev tevlî dosyeya fezlekeye kirine. Ez ji vir bang li serokê parlamantoyê û serdozgerê ku ev dosya amadekirîye dikim, hûn di sala 2010an de dozê vedikin û piştî 7 salan hûn fezleke amade dikin. Dema mirov amade dike berî li naveroka wê dinêre ka çi heye çi tune ye, li gor hiquqê ye an na. Li gorî qanûnan dema mirov tê guhdarkirin carekê tê taloq kirin lê ya mi 6 cara hatîye taloq kirin û ez dizanim ku heta niha 40 caran taloq kirine."

    ‘DOZGER Û DADGERÊN KU BIRYAR DANE NIHA JI DOZA FETOyê GIRTİNE'

    Tanriklu got: "Ev dozgerên ku ev doz verkirine û dadgerên ku ev biryar dane niha ji doza FETO hatine ixraç kirin an jî hatine girtin" û wiha berdewam kir: "Ev ne biryara Serdozgeriyê ye ev biryarek sîyasî ye. Di dîroka ku ez tevlî CHPê bum biryara guhdarkirinê hatîye girtin. Heger wezirê dadê şerm bike dê vê dosyeyê bavêje ser çavê van dozgeran. Hemû li dijî hiquqê ne. Di dosyeyê de dibêje ku ‘Çalkiyên ku Sezgin Tanrikulu tevlî buye' lê ew çalakiyên ku dibêjin ez qet tevlî wan ne bu me. Armanca wan ew e ku Amedê û sîyaseta Tirkiyê bi fetisînin."

    ‘KOMARA RACONÊ AN KOMARA DEMOKRATİK?'

    Tanrikulu wiha axivî: "Dixwazin ku bi rê yên li dijî hiquqê racon li me bi birînin. Racon li cihê ku hiquq tune ye tê birîn. Li cihê ku hiqûq hebe racon tune ye. Niha em ji gelê Tirkiyeyê re dibêjin ‘Dewleta raconê an dewleta hiquqê? Komara raconê an komara demokratik?' Biryara ku bê dayîn wê ev be. Em ê herdem ji bo komara demokratik bixebitin û ew jî bila ji bo komara raconê bixebitin."

    Bi heman mijarî:

    Parlementerê CHPê Tanrikulu, çû serdana Demirtaş
    Parlementerê CHPê Tanrikulu: Gelo lêpirsîna mirina zarokên li girtîgehan tê kirin?
    Sezgin Tanrikulu: Mexdûriyeta kurdan li gorî niha dê 2 qat zêdetir be
    Sezgin Tanrikulu: Kuştina Tahir Elçî pilankirî bû
    Etîketan:
    FETO, hiqûq, guhdarî, Sezgin Tanrikulu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de