23:11 20 Cotmeh 2017
Zindî
    PKK-Qendil

    Erdogan: Dibe em bi Îranê re operasyoneka hevpar li dijî PKKê pêk bînin

    © AP Photo/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 9303

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku operasyona leşkerî ya hevpar bi Îranê re li hemberî PKKê di rojeva wan de ye.

    Recep Tayyip Erdogan
    © REUTERS/ Ümit Bektaş
    Serokomarê tirk Erdogan beriya serdana xwe yê bo Urdunê daxuyanî da çapameniyê û diyar kir ku operasyona leşkerî ya hevpar bi Îranê re li Sûriyeyê dibe pêk bînin.

    Erdogan got: "Operasyoneke hevbeş bi Îranê re li hember hin rêxistinan her dem di rojeva me de ye. Me di navbera xwe de dê xebateke çawa bimeşînin gotobêj kir. Zerarê ku PKKê û baskê PKKê li Îranê PJAKê didin me hene.

    Bi hevpeymaniya her du welatan, ev mijar dê demeke zûtir de çareser bibe. Hêviya min ev e ku, em dê encamên serkeftî bigrin."

    Bi heman mijarî:

    'Erdogan pîvan derbas kirin'
    Ji berdevkê Erdogan daxuyaniyeke girîng a referanduma Kurdistanê
    Erdogan bi Serfermandarê Îranê re hevdîtin pêk anî
    Hedefa Erdogan a pêşî eşkere bû
    Erdogan bo Kiliçdaroglu: Avê şêlo neke
    Etîketan:
    PKK, hevpar, operasyon, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de