02:03 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu

    Soylu: Çima zarokên 14-15 salî tevlî PKKê dibin?

    © Sputnik/ Yurdagül Şimşek
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 9803

    Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu ragihand ku eger îro PKKê dikare zarokên 14 û 15 salî tevli refên xwe bike, divê hemû rayedar kêmasî di xwe de bibînin.

    Suleyman Soylu li bajarê Sêrtê beşdarî civîna ewlekariyê bû û piştre jî di Civîna Şêwirmendiya Bajêr ya AKPê de axivî.

    Soylu got: "Li derdorê Tirkiyeyê şerên biwekalet rû didin. Welatên mezin ku xwe dijî terorê nîşan didin, piştevaniya terorê dikin û PKK jî wek rêxistina terorê nabînin."

    Soylu wiha pê de çû: "Doh wêneyeke keçikên 14-15 salî nîşanî wî dane ku beşdarî PKKê bûne û da xuyakirin, divê qeymeqam û mela, mamoste û siyaset şaşiyên di xwe de bibînin ku ev beşdarî PKKê dibin.

    Bi heman mijarî:

    'Beşdarbûna Amerîkayê dibe beşdarbûna PKKê jî zêdetir bike'
    Li Kayserî û Edeneyê operasyon: Bi îdîaya endamtiya PKKê 21 kes hatin binçavkirin
    Di navbera PKKê û leşkerên tirk de şer derket: Mirî û birîndar hene
    Li Trabzonê di navbera PKKê leşkerên tirk de şer derket: Birîndar hene
    PKKê bi roketan êrişî baregeha leşkerî kir
    Etîketan:
    beşdar, PKK, Suleyman Soylu, Sêrt, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de